Jinan çalakiya 25 Mijdarê li Silêmaniyê pêk anîn

14:57

JINHA

SILÊMANÎ - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, li bajarê Silêmaniyê jinan çalakî li darxistin.

Li Parqa Dayîk a bajarê Silêmaniyê ku berî vê jina bi navê Sînor lê hatî qetil kirin, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê çalakî li darxistin. Bi beşdariya gelek rêxistinên jin li Parqa Dayîk du dar ji bo Sînor hatin çandin. Di çalakiyê de li ser navê rêxistinên jin daxuyaniyek hevbeş hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku rêjeya şîdet û tundiya ser jinê li Herêma Kurdistanê zêdebûye û hat gotin ku di 6 heyvan de li Herêma Federala Kurdistanê 24 buyerên kuştinê jinan pêk hatiye.

Jinan piştî daxuyaniyê zagonên Meclîsê rexne kirin û diyar kirin ku Meclîs mafê jin misoger nake. Jinan her wiha zimanê medyayê navendî a li hember jinan rexnekir. Duvre jin li cihê ku Sînor a 21 salî lê hatî qetilkirin du dar çandin.

Di heman demê de jinan li Hotêla Tîtanik a bajarê Silêmaniyê konferansek li daraxist. Konferans ji aliyê Rêxistina Asûde(ji bo tekoşîna hemberî tûndia ser jinan) bi hevbeşiya Senterî MÎTRO(ji bo çavderiya pirsên jinan di medya de) hat li dar xistin.

Di konfrransê de lêkolîn û projeya ( Jin û zimanê tûj ê çapemeniyê)ji aliyê herdû rêxistinan hatin ragihandin. Herweha li peymangeha(hûnerên xweşik) nîvro pêşengehek ji jinan re hate vekirin.

(şb/rc)