Li Êlihê xwendekar û parêzerên jin di çalakiyan denin
15:10
JINHA
ÊLÎH - Li Êlihê di çarçevoya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Lihemberî Şidetê xwendekarên Zanîngeha Elîhê û Parêzerên jin ên Baroya Êlihê, ji bo şermezarkirina şidet û êrîşên ser jinan daxuyanî dan çapemeniyê.
Komaleya Xwendekarên Azad yên Zanîngeha Êlîhê (BUO-DER), di çarçevoya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Liheberî Şidetê li kampûsa Zanîngeha Êlîhê meş lidarxistin û daxuyanî da. Xwendakaran pankarta bi sernivîsa "Bi cîwanên rêxistin kirî re, ber bi pêşeroja azad ve" vekirin û dovîzên 'Ekîn Wan rumeta me ye' û 'Xwedî li hêza xwe derbikeve, hê jî dor ne hatiye dengê xwe derbêxe' hat hilgirtin. Jinên xwendekar bi xwendekarên mêr yên ku piştevanî dida çalakiya şermezarkirinê diruşmeya ser jinan duruşma 'Jin jiyan azadî' berzkirin.
Endamê BUO-DER'ê Zekiye Gezer daxuyanî xwand û got ku hikumeta AKP'ê li hemberê êrîşên li ser jinan bêdeng dimîne. Zekiye anî ziman ku divê Wezarata Jinan jî bê avakirin û wiha axivî: "Ji bo ku êrîşên li ser jinê bê rawestandin divê em piştevanî bidin Nisêbîn, Cizîr û Farqînê. Jin dê hertim li hemberî êrîşên taybetî li ser jinan û ser civakê her tim di qadan de li berxwe bidin."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi tilîliyan dawî bû.
Komîsyona Mafên Jinan ya Baroya Êlîhê jî di çarçevoya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Lihemberî Şidetê de li Baroyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jinên parêzvan jî tevlî daxuyaniyê bûn û li ser navê jinan Seroka Komîsyona Mafên Jinan Emîne Temel axivî. Emîne diyar kir ku li Kurdistanê jin her tim di bin bandora şer de dijîn û got ku di pêvajoya şer de êrîşên herî giran taybetî li ser jinan pêk tê.
Daxuyani bi çepikan dawî bû.
(ekip/zt)