Meşa 25'ê Mijdarê ji aliyê hezar jinan ve hat li dar xistin
15:25
JINHA
WAN - KJA'yê li Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê meşek girseyî li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li ser giringiya 25'ê Mijdarê axivî û got ku dê jin bi têkoşinê bi ser bikevin û banga têkoşîna hevpar li jinan kir.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Têkoşina li Hemberî Tundiya Jinê ya Navtewîn meşek girsî li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarên jin ên Wanê, Parlementerên jin ên WanêMeclîsa Dayîkên Aştiyê, nûner û rêveberên jin yên rêxistina HDP, DBP û bi sedan jin li qada Dortyolê li hev civiyan. Jinan li qadê pankarta li ser "Tundiya mêr ya li ser jinê birdozi ye. Parastina rewa heq e" û dowîzên li ser "Jin jiyan azadî" , "Bê azadî jiyan nabe" û "Mêr dikuje dewlet diparêze" hilgirtin.
Jinên ku xwestin heya Parka Feqiyê Teyran bimeşin rastî astegiya polîsan hatin û polîsan bi hinceta "Destûra meşê tune" destûr nedan jin bimeşin. Jin bi berzkirina dirûşmeyên wek "Jin jiyan azadî", "Ji tundiyê re na" û "Êdî ne kuje" qeleca polîsan derbas kirin.
Piştî ku jin heya Parqa Feqiyê Teyran meşiyan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva hate xwendin. Derya diyar kir ku jin ji bo azadiyê bi sed salan e ku li qadan in û têdikoşin. Ji ber vê yekê jin giringiyê didin 25'ê Mijdarê. Derya li ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ji rawestiya û got ku dê wek jin bi vînek mezin li hemberî hişmendiya bavîksalarriyê têbikoşin û destûrê nadin hişmendiya qetlîamê.
'Azadiya Ocalan azadiya jinan e'
Derya tecrîta ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî ev tişt got: "Bi salan e ku Rêberê gelê kurd dibin tecrîtek giran de ye. Em wek jinên azad û têkoşer di sexsê Rêberê gelê kurd Ocalan de rih girtiye û fêrî têkoşinê bûne. Lewra azadiya Ocalan ji bo me jinan giringe û dê ji bo azadiya Ocalan li qadanin."
'Herî zêde li Tirkiyê jin tên qetîlkirin'
Piştî axaftina Derya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û ev tişt got: "Îro li çar aliyê cihanê jin ji bo rawestandina tundiya li ser jinê li hev kom bûn. Lê li herî zêde Tirkiyê jin tên qetîlkirin. Ji ber ku 13 sal e jin dibin hişmendiya desthilatdariya AKP'ê de dijîn. Dîsa jî li Tirkiyê di sala 2015'an de di 10 mahan de 346 jin hatin qetîlkirin."
Fîgen got ku ligel desthilatdariya mêr re dê jin bi rêxistin bin û li hemberî tundiyê li ber xwe bidin.
(kom/rc)
.