Li Hezexê jinan Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Zinarîn Bêrîtan vekirin

15:39

JINHA

ŞIRNEX - Jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de Navenda Çand û Hûnerê ya Jinên Ciwan a Ş. Zinarîn Berîtan vekirin. Li ser navê jinan Ayfer Olmez axivî û diyar ku jin di sedsala 21'emin de li dijî çeteyên hov berxwedanek dîrokî didin.

Li Navçeya Hezexa Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya Jinan Lihemberî Şidetê de Navanda Çand û Hunerê ya Jinên Ciwan a Ş. Zinarîn Bêrîtan vekirin. Di navê de aktîvistên KJA yê, Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman, Hevserokên HDP û DBP’ê yên jin û bi sedan jin li ber avahiya Navenda Çandê civîyan û pankartên “Tundiya mêr bîrdoziye xwe parastina cewheri rewa ye” vekirin. Jinên ku wêneyên Fatma Yigit, Selamet Yeşilmen, Cemilê Çagirga, Ekîn Wan, Ferînaz Xosrawanî, Ozgecan Aslan û gelek jinên ku ji aliyê terora dewletê û ji alî mêran ve hatin qetil kirin rakirin. Jinan durişmên weke "Bijî têkoşîna jinê” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Li ser navê jinan Ayfer Olmez daxuyenî xwend.

Ayfer got ku li hemû deverên dinyayê jin rastî êrîşên deshilatdaran tên û ev tişt got: "Biryara hemû şer û kuştinan mêr didin, jin û zarok jî berdêl didin.” Ayfer li ser rewşa tûndiya ser jinan a li Tirkiyê sekinî û ev tişt anî ziman: "Kujerê jinan nayê ceza kirin û ev yek jî tûndiya li ser jinê zêde dikin.” Ayfer ser berxweda jinê jî sekînî û ev tişt got: "Di sedsala 21'emin de jinên berxwedêr li hember çetêyên barbar berxwedanê bilind dikin. Ev jî hêza jinê diyar dike û dide nîşandan ku ti tişt nikare xwe li ber hêza jinê ya rêxistinkirî bigire. Em di şexsê Xwiskên Mirabel de hemû jinên qehreman silav dikin û em dibêjin bijî berxwedana jinê.”

Piştî daxuyaniyê jinan navenda çandê vekirin û li ber deholû erbanê govend gerandin.

(ma/zt)