Bi hezaran jinên Rojava ji bo 25 Mijdarê daketin qadan
15:48
JINHA
AMUDÊ - Bi hezaran jinên Rojava bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, li bajarê Amûdê daketin qadan.
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, li bajarê Amûdê jinan meşek girseyî li darxistin. Bi tevlîbûna Nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan li tevahiya cîhanê. Perwîn got têkoşîna hevbeş a jinan wekî misogeriya herî baş a çareserkirina hemû cureyên tundiyê girt dest û got: “Divê hemû jinên cîhanê azad bibin. Di şoreşa Rojava de jinên tevahiya pêkhateyan yekîtiya xwe ava kirin. Jinan karîbûn hebûna xwe îsbat bikin û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava biser bixin.”
Paşê li ser navê jinên Suryanî Cîgira Serokê Desteya Meclîsa Rêveber Elîzabêth Gaweriyê axivî. Gaweriyê bal kişand ser sedema Îştar, Înana û Zenûbya û ev têkoşîna ku hatiye roja îro dewam kiriye veogt. Gaweriyê got: “Jina Rojava niha nûnertiya têkoşînê dike.”
Elîzabêth Gaweriyê anî ziman ku jina Rojava bi qehremanî û lehengiya xwe têkoşîna dayîkên xwe dewam kirine, ev têkoşîn gav bi gav tê pêşxistin. Gaweriyê têkoşera Kurd Arîn Mîrkan wekî sembolekê nîşan da. Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê Edalet Omer jî got: “Dîktatorê komara Domînîkayê hersê xuşkên Milebal kuşt. Van jinan têkoşîna azadiya jinan didan meşandin.” Piştr peyamê 25'ê Mijdarê bi Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di dewîde jinan govend gerandin û diruşmeyê 'Jin jiyan azadî' berz kirin. û sologanın jınan bang kırın.
(rd-re/rc)