Li Colemêrgê jin bi erbaneyan meşiyan
15:50
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jin li hemberî tundiyê bi erbaneyan meşiyan. Piştî meşê Civaknas Ozgul Dogan axivî û got: "Dema em jin li hemberî şidetê bêdeng bimînin dê şidet zêde bibe, ji bo wê jî divê em bibin hêz û dengê xwe bilind bikin."
Li Colemêrgê jin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê jinan meşek girseyî lidarxistin. Meş li ber avahiya Navenda Şêwirmendiya Jinan Binevş bi lêdana Erbanê dest pê kir. Di meşê da Hevseroka DBP'ê Nesibe Gultekin, Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yıldız, Endamên KJA yê jî tevli bûn. Di meşê da jinan pankarta "Şideta ser jinan îdeolojîke parasitna cewherî mafe" û dovîzên weke "Komkujiyên li ser jinê tê kirin", "Em li hemberi tundiyê ne" û "Em ne di şînê de din di raperînê denin" rakirin. Her wiha di meşê da jinan diruşimên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ" birz kirin. Jin heya ber Girtîgeha Colemêrgê meşiyan û li wê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Seroka Navenda Jinan Binevşê Civaknas Ozgul Dogan ve hat xwendin.
Ozgul, balkişan ser tundiya ser jinê û tekoşina ji dema Xwişkên Mirabel heya niha berdewam dike û wiha got: "Li her aliyên Cihanê tundiya ser jinan hemanme. Her diçe ser keda û bedena jinan şiddet zêde dibe. Xizanî me jinan dikeşe tundi yê. Gava ku em li hemberi tundiyê bêdeng mayin wê demê tundi zêdetir wê berdewam bike ser me. Divê em vê bizanin û li gora wê li cihê bêdengiyê dengê xwe bilindkin û hêza xwe nîşan bidin."
Piştî daxuyaniyê bu duruşmên "Bijî berxwedana jinan" meş bi dawî bû.
(zyd/zt)