Li Dolmabahçeyê polîsan êrîşê Dayikên Aştiyê kir
16:01
JINHA
STANBOL - Dayîkên Aştiyê ên ku ji bo lihevhatina Dolmebahçeyê berdewam bike her herfte li Dolmebahçeyê çalakiya runiştinê pêk tinin, rastî êrîş polîsan hatin. Dayîk li erdê hatin kaşkirin û pankarta li ser aştî nivîsî hat qetandin.
Êrîşên polîsan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya Jinê ya Navnetewîn li ser jinê berdewam kir. Dayîkên Aştî yên ku ji bo lihevhatina Dolmebahçeyê berdewam bike her herfte li Dolmebahçeyê çalakiya runiştinê pêk tinin, rastî êrîş polîsan hat. Dayîkên Aştiyê yên ku di seatên nîvro de li ber Dolmabahçeyê li hev kom bû û dest bi çalakiya xwe kirin rastî astengiya polîsan hatin. Polîs bi mertalên xwe pêşiya dayîkan dorpêç kirin û destûr nedan ku dest bi çalakiya xwe bikin. Wesayît dayîkan dibin çavderay polîsan ji cihê çalakiyê dur bû û hêj tu agahî ji dayîkan nehat standin. Ajokarê wesayîtê Zekî Tarlan ê ku dayîk tê de bûn jî polîsan dest danî ser nasnameya wî û binçav kir.
'Bila lihevhatina Dolmabahçê ji nû ve bê dest pêkirin'
Çalakiya dayîkan li du cih hat berdewam kirin destûra şopandina çapemeniyê hat qedexekirin. Lê dayîk ligel hemû astengî û êrîşan çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîka Aştiyê Cemîle Bariş di çalakiyê de axivî û got ku ligel hemû astengiyan dê ji bo aştiyê çalakiyên xwe berdewam bikin. Cemîle anî ziman ku gavê aştiyê care yekem li Dolmabahçê hat destpêkirin lewra divê dîsa lihevhatin li Dolmabahçê berdewam bike.
'Ji Dayîkên Aştî tu agahî nayê standin'
Dayîka Aştiyê Perî Akyildiz, bal kişand li ser dayîkên ku dê devlî çalakiyê bûbûyan û rastî astengiya polîsan hatin û heya niha tu agahî ji wan nehat standin û wiha axivî: "Dema hevalên me ji bo tevlî çalakiyê bibin dihatin çem me ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û hatin binçavkirin. Hevalêkê me di rê de telefona me kir û got ku em hatin binçavkirin. Lê niha telefon girtiye û tu agahî ji hevalên me nayê standin. Dewlet dixwaze ku em dev jî çalakiyên xwe berdin lê bila hikumet baş bizanibe ku em dev ji daxwaza aştiyê bernadin."
Polîsan cardin êrîş bir ser çalakiya dayîkan û pankart li ser daxwaza aştiyê nivîsî qetandin û dayikan di erdê de kaş kirin.
(ho/rc)