Girtiyên PAJK'ê: Di lênûska dîrokê de PKK'ê ji bo gelê kurdistanê rupelek nû vekir
09:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Beriya niha 38 salan li hember hişmendiya kujer, faşîzan û qirkirinê, PKK vejiyaye. Vejîna PKK'ê li heberî zilm û zora dewletê bû mertala parastina mirovahiyê."
Bi boneya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ê Girtiyên PAJK'ê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyanî wihaye; "Di roja me ya îro de li hember hêzên ku di mirovatiyê de îsrar dikin êrîşên pir dijwar hene. Dixwazin dengê azadiya gelan bitepisîne. Civakên ku dixwazin bi vîna xwe ya xwebûnê bijîn biperçiqînin. Hêzên yekparêz serdest dixwazin civakên azadîger ji rupelên dîrokê derbixin û hebûna wan tine bikin. Îktidara AKP'ê jî bi heman hişmendiya tineker, qetluamker dixwaze berxwedêran binpêbike, biperçiqîne û bikuje."
'Di lênûska dîrokê de PKK'ê ji bo gelê kurdistanê rupelek nû vekir'
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Beriya niha 38 salan li hember hişmendiya kujer, faşîzan û qirkirinê, PKK vejiyaye. Vejîna PKK'ê li heberî zilm û zora dewletê bû mertala parastina mirovahiyê. Li Kurdistanê stêrkek bilind bû. Bi kedek bêhempa, baweriyek kur, fedekariyek mezin û hevaltiyek jidil stêrka jiyana azad mezin û gur bû. Ronahiya xwe li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn belav kir. Şewqa stêrka PKK'ê tarîtî û mirina ser Kurdistanê veniştî bû rakir. Di lênûska dîrokê de bûyî gelê kurd û Kurdistanê rupelek nû vekir. Bi hezaran dilêrên leheng di rêya azadiyê de xwe kiriye ronahiya stêrka PKK'ê. Di heman demê de PKK partiya serhildanê ye. Şehîd bûne mertalê parastina giyan û felsefeya PKK'ê.
Heqîqeta me ya herî giring şehîd û di şopa şehîdan de rêwitiye. Şehîdên leheng berpirsiyarî û peyîwir dane pêşiya me. Di rêya azadiya gelê Kurdistanê de heval û hogirên me bi berxwedanî û baweriya jiyana azad tevlî karwanê şehîdan bûne. Xwedî derketina li şehîdan gelê kurd û Kurdistanê dibin zilim û zora, înkar û îmhaya dewleta faşîzan derxistine. Bi hişmendiya jiyanek hevpar re xweseriya demokratîk avakirine. PKK partiya xwedî li nirxên şehîdan derketine.
Em weke dîlên azadiger, girtiyên PAJK'ê soza didin ku di rêya şehîdan de bimeşin. Xwedî li peyîwir û berpirsyariya şehîdan derkevin û heta azadiya gelê xwe pêkbînin bidil, can û azadîwerî tevbigerin. Vê roja pîroz salvegera partiyê li tevahî gelê kurd û gelên azadîger pîroz dikin."
(zt)