'Muameleya li ser Zeynep Celaliyan dijî mirovahiyê ye'
09:33
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Girtiya bi navê Zeynep Celaliyan a ku ji sala 2008'an û şunde li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjima Îranê ve tê girtin, her ku diçe rewşa wê xirabtir dibe û rewşa wê di xetereyê de ye.Parêzera ÎHD'ê ya Esra îdîl Salaz destnîşan kir ku li ser Zeynep Celaliyan nêzîkatiyek dijî mirovahiyê heye.
Jinên Wanê bang li rayedaran kirin ku bila Zeynep Celalî demîldest bê berdan û rewşa wê bê baş kirin. Girtiya bi navê Zeynep Celaliyan a ji bajaroka Mako ya rojhilatê Kurdistanê ye û di 2008'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin bi îdiaya "li dijî xwedê derketiye û endama rêxistina dixwaze Îranê parçe bike ye" cezaya darvekirinê lê hatibû birîn. Zeynep Celaliyan a ku 7 sal in di girtigeha Xoyê de ligel nexeşiya giran nayê dermen kirin û destûr ji malbatê re nayê dayîn ku hevdîtin pêk bînê. Zeynep piştî nexweşiya cîgerê, vê carê jî ronahiya ji çavên xwe zîwa dibe hedî hedî ber bi koratiyê ve diçe. Zeynep Celaliyan a ku heya qet nehatiyê dermankirin rewşa wê di xeteriyê de ye. Parêzera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Esra Îdîl Salaz rewşa Zeynep nirxand û diyar kir ku nêzîkatiyên li ser Zeynep nehiqûqiye û mafê her girtî heye ku bi malbata xwe re hev dîtinê pêk bîne.
'Îran dijî zagona cihanê tê'
Esra anî ziman ku wek ku tê zanîn rejîma Îranê bi darizandinê ketiya dîroka cihanê. Hişmendiya Îranê yên li ser jinê jî diyar e. Li Îranê bi hezaran jin tên qetîlkirin. Esra Îdîl diyar kir ku muameleyên li ser Zeynep dijî ehleqa hiquqê ye û wiha pê de çû: "Mafê jiyanê li hemû her deverê heye û divê rûmetê li hemû candaran bê kirin. Nêzîkatiya rêjima Îranê ne ehleqiye. Zeynep Celaliyan jî wek hemû girtiyan xwedî mafek e. Yek ji xala maqazagona cihanê mafê jiyanê ya li girtiyan e. Ew dewletên ku mafê girtiyan pêlbike di heman demê de zagona cihanê ji îhlal dike."
'Libata li ser Zeynep keyfiye'
Esra Îdîl di berdewamiya axaftina xwe de got ku libatên Îranê yên li ser Zeynep keyfîye û wiha pê de çû: "Mafê hemû girtî heye ku bi sedema nexweşiya xwe biçe nexweşxaneyê û ji ber nexweşiya xwe bê dermankirin. Lê ger ev ji aliyê rêveberên girtigehê ango dewlet ve bê astgkirin ev keyfiye. Rejîma Îranê bi polîtîkayên darizandin û îşkenceyê dixwaze navê xwe li cihanê binivîse û wiha jî dike. Lê tiştê herî balkêş ew e ku ev polîtîkayên tune kirinê herî zêde li ser welatiyên Kurd dide meşandin. Dîsa di heman demê de dixwaza bi van nêzakatiyên xwe tirs bixe dilê mirovan û wek îbretbî gel têxe bin bandora xwe. Ev ne bigorî mafê jiyanê ye."
'Bila Îran dev ji polîtîkayên xwe berde'
Esra Îdîl destnîşan kir ku divê hikûmeta Îranê demîldeset dev jî polîtîkayên xwe yên qirêj berde û destê xwe li ser Zeynep Celaliyan bikişîne û ev tişt li gotinê xwe zêde kir: "Li Îranê dema ku tu kurd û jin bi teqes rastî darizandinê têy û nikarî xwe ji vê cezayê rizgara bike. Ango darizandin wek heq kiribin tê ditin. Ev ne rast e û divê hemû cihan li hemberî vê derkeve û nerazîbûnên xwe nîşan bidin."
Esra banga xwedî derketina li Zeynep Celaliyan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Rewşa Zeynep ne baş e û ne ber bi xirabiyê ve diçe. Divê di serî de jinên Kurd li Zeynep derkevin."
(rc)