'Ên herî bi wate vê rojê bibîr tînin jinên Rojava ne'

10:19

JINHA

SILÊMANÎ - Jinên başûrê Kurdistanê hatina Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah girîng dibînin û radighînin ku jinên Rojava xwedî li 25'ê Mijdarê bi çalakî û tevlîbûnê wateyê rojê bibîranîne.

Mamostaya Zanîngehê Ronak Mehmud li ser hatina Fermandar û berdevka YPJ ê Nesrîn Ebdullah û girîngiya 25'ê Mijdarê nirxandin kir. Ronak ragihand ku xebat û têkoşîna jinên Rojava di cîhanê de nimûneye û serkeftina jinan e.

Ronak Mehmud daxwiya kirin ku hatina Birêz Nesrîn a başûrê Kurdistanê pir girîngbû û got: "Jinên Rojava berxwedanî nîşanî hemû Kurdistanê kirine. Hêvîdarim jin li başûrê Kurdistanê jî têkoşînek bi vî şêwazî pêşbixin. Ji ber ku her çiqas li başûr xebatek hatibe meşandin jî, lê ne di asta Rojava de ye."

Ronak Mehmud di berdewamiya gotinên xwe de got: " Jinên Rojavayê Kurdistanê li aliyekî xebatên parastinê li aliyê din bi têkoşîna xwe mafên xwe bi destxistiye. Jinên herî bi wate vê rojê bîrtinin, jinên Rojava ne. Ji ber ku pênasek wan cûda heye bo vê rojê. Li Başûrê Kurdistanê zagon hene lê nayên pêk anîn, ji bo vê jî roj bi roj rêjeya tûnd û tîjiyan zêde dibe."

Her wiha Raîd Rûxoş jî wiha got: " Bi dîtina birêz Nesrîn ez kêfxweş bûm, nîşana derketina jinek şoreşger li Kurdistanê ye. Têkoşînek wan ya berçav heye. Her çiqas rêje û amarên tûndiya ser jinan zêdebûye, lê ev nayê wetaya ku têkoşîn nayê kirin. Hindek dad û nêrîtên civakî hene ku dibin sedema tûndiya ser jinan. Piştî 1991'an xebat ji bo seknandin û kêmkirina tûndiya civakî û ser jinan tê kirin."

Raîd Rûxoş bibîr xist ku wan jî berê xebata parastina ax û welat dikir lê niha di nav xebatên sivîl de dixwazin vê xebatê bidomînin.

(şb/rc)