Nisêbîn bi berxwedanî ji dorpêça demdirêj derket

11:10

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di qedexeya derketina kolanan a 14'e rojan de 9 welatî jiyana xwe ji dest dan. Gelê Nisêbînê ên ku piştî qedexe rabû ji şevê din ve li ser piyane gotin, "Em bi serbilindî ser piyane."

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 14 roj qedexeya derketina kolanan rabû, gel li hember dorpêça demdirêj derket kolanan û heya sûka navendê meşiyan. Qedexeya ku vê sibê saet 08.00'an de rabûye taxrîbatên ku hatine kirin derket holê. Di dorpêça 14'e rojan de 9 welatî jiyana xwe ji dest dan û bi taybet li Taxa Abdulkadîrpaşa gelek mal û kargeh hatine gule baran kirin. Parlementerên HDP'ê ên navçeyê dest bi lêkolînê kirin. Gelê Nisêbînê jî dibêjin "Em bi serbilindî ser piyane, kes nikare bikeve taxên me." Her wiha rûxmî ku qedexe hat rakirin li taxên Abdulkadîrpaşa, Rirat, Dîcle û Yenîşehîrê wesayîtên zirxî ên polîsan li serê kolanan tên rawestandin.

Di qedexeya 14'e rojan de 9 welatî jiyana xwe ji dest dan û 19'e kes jî birîndar bûn. Di dorpêça 14'e rojan de Selamet Yeşîlmen (44), Adulkadîr Yilmaz (65), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Emîn Oz (55), Muhammed Altunkaynak, Nurullah Kaplan (45), Şerîfe Alpar (55) û Sedat Gungor jiyana xwe ji dest dan.

Faysal Çakar, Cano Çakar ê 10 salî, Sevcan Yeşîlmen ê 9 salî û Fîkret Yeşîlmen ya 17 salî, Yilmaz Tutak, Gule Tutak,Abdulhekîm Aytîmur, Şirîn Bilgîn, Suleyman Altekîn, Abdulkadîr Dogan, Halîme Guner, Fatma Kulat, Mehmet Aslan, Rabîa Bagtur, Şerîfe Keleş, Mûzeyyen Kizil, Hasan Korkmaz û Sultan Şavur jî birîndar bûn.

(rc)