Welatiyên Dêrikê berê xwe dan sînor
11:37
Mijdar
26
/ 2015
JINHA
DÊRIK - Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê bi armaca piştgirîdayîna berxwedana Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina avakirina dîwarê di navbera herdu perçeyan de, berê xwe dan gundê Eyîdiwarê yê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de.
Welatiyan al û smebolên kurdî hildan û berê xwe dan Qada azadiyê ya bajarê Dêrikê. Piştî ku welatî kom bûn, bi karwanekî wesayîtan bi tilîlî û diruşmeyên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê de, berê xwe dan gundê Eyîdîwarê.
Tê payîn ku li wir jî çalakiyeke protestoyî bê lidarxistin.
(rc)