'Tirkiye xwe naspêre sîstemek demokratîk û azadîparêz'

12:06

JINHA

QAMIŞLO - Endama Koordînasyona TEVDEM'ê Hanîfe Huseyîn got, "Polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk ev çar sal in li hemberî Sûriyeyê dimeşîne, bi bûyera dawî re bi temamî îflas bûye."

Endama Koordînasyona TEVDEM'ê Hanîfe Huseyîn da xuyakirin ku xistina balafira Rûs ji aliyê dewleta Tirk ve li qada Sûriyeyê, ku niha 3. Şerê Cîhanê lê diqewime, wê bandorê li ser polîtîkaya li Sûriyeyê bike û got, "Polîtîkayên şaş ên dewleta Tirk ev çar sal in li hemberî Sûriyeyê dimeşîne, bi bûyera dawî re bi temamî îflas bûye." Hanîfe Huseyîn da xuyakirin ku dewleta Tirk ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve li aliyê çeteyan cih girtiye û destek daye komên 'Îslamî' yên tund.

Hanîfe Huseyîn da xuyakirin ku bi xistina balafira Rûsyayê re dewleta Tirk dixwaze yekser mudaxleyî nava Sûriyeyê bike û got, "Balafira Rûs sînor derbas kir an nekir, li gorî min ev pirsgirêkeke teknîkî ye. Pispor dikarin vê zelal bikin. Ji aliyê esasî ve nêzîkatiya dewleta Tirkiyeyê, hewldanek ji bo dagirkirina Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk, rewşa ku nikarîbû bi rêya çeteyan bi dest bixe, niha dixwaze veguherîne rewşeke fîîlî û hewl dide xeta Cerablûs-Ezazê ya nava Sûriyeyê dagir bike. Dewleta Tirk, çeteyên ku di bin navê 'Sûltan Mûrat' de bi rêxistin kir, beriya niha li xeta Ezazê bi cih kir. Hêzên koalîsyonê yên ev planên dewleta Tirk ji nedîtî ve hatin, nîşan didin ku di navbera wan û dewleta Tirk de peymaneke veşartî hatiye morkirin."

'Tirkiye hewl dide pêşî li xwegihandina hev a kantonên Rojava bigre'

Henîfe da zanîn ku li gorî vê peymanê, herêma Cerablûsê weke xeta hewayî ya dewleta Tirk hatiye nîşandan û got, "Li ser vê esasê, dewleta Tirk her tiştên ku bi desteka NATO'yê dike, weke mafê xwe dibîne. Armanca sereke ya dewleta Tirk, girtina navbera Kantonên Rojava ye. Destwerdanê jî li ser vê esasê dimeşîne. Niha li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevgerek dewleta Tirk dixuye.

Em dikevin sala 5. a şoreşê. Hîna jî dewleta Tirk dest ji polîtîkayên xwe yên dijminane bernedaye. Dîwaran lê dike, têlan bi cih dike. Li ser sînor mirovan qetil dike, îşkence dike. Bi çekên giran êrîşî çeperên YPG'ê dike. Li gorî agahiyên ku beriya du rojan me bi dest xist, dixwazin di navbera Serêkaniyê û Endîwerê de dîwêr lê bike. Ev nêzîkatî ji bo tevlîhevkirin û dagirkirina Rojava ye. Ev rewş hemû nîşan dide ku şere li Sûriyeyê yê di navbera hêzên hegemonîk de demeke dirêj bidome.

Li cihê ku dewleta Tirk qala wê dike, bi tenê Tirkmen najîn. Bêguman mafê jiyana azad û demokratîk ê Tirkmenan jî li xaka Sûriyeyê heye. Di nava rêveberiya xweseriya demokratîk a li Girê Spî de Tirkmen jî cih digirin û ev yek mînaka herî baş e. Her wiha di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de Tirkmen jî cih digirin. Bi nêzîkatiyên neteweperestiya etnîkî ya dewleta Tirk re pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin. Bi vê nêzîkatiyê re pirsgirêk kûrtir dibe."

Endama Koordînasyona TEVDEM'ê Hanîfe Huseyîn diyar kir ku li dijî çete û terorê pêwîstî bi destwerdaneke navneteweyî heye û got, "Dewleta Tirk Rûsyayê sûcdar dike ku Esad diparêze. Lê belê her kes dizane ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê. Sînorên xwe ji çeteyan re vekir û ji wan re bi TIR'an çek bir. Di şerê li Rojava de me bi çavên xwe dît, ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî destek da çeteyan. Destwerdaneke bêperwa ya dewleta Tirk a li nava Sûriyeyê wê pirsgirêkan kûrtir bike. Di dema pêş de ev yek wê were wateya îflasbûna tevahiya polîtîkayên Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk ji xwe xwe nasipêre sîstemeke demokratîk, wekhev û azadîparêz. Li dijî vê sîstema yekparêz a dewleta Tirk, gelê Bakurê Kurdistanê ev 38 sal in têdikoşe û ji bo xwe bi rê ve bibe li ser piyane. Dewleta Tirk a xwedî sîstemeke paşverû, ku nikare bersivê bide daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên xwe, nikare dest li dewleteke din werde."

(rc)