Leşkerên Tirk gule berda ser gelê Rojava

12:23

JINHA

DÊRIK - Gelê Rojava ên ku bi armanca piştevaniya gelê bakûrê Kurdistanê ber bi sînor ve meşiyan, rastî gule reşandinê leşkerên Tirk hatin.

Welatiyên Rojava ên ku ji Dêrik û Girkê Legê ji bo piştevaniya berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê bikin ber bi gundê Endîwarê a sînor ve meşiyan rastî gule reşandina leşkerên Tirk hatin. Welatiyên Rojava piştî êrîşê leşkeran jî çalakiyê xwe berdewam kirin û bi vekirina panqart û berzkirina dirûşmeyan êrîşê dewleta Tirk a li hember gelê Kurd şermezar kirin.

(rc)