Di 25 Mijdarê de jî tundî li hember jin ne sekinî
12:47
JINHA
SILÊMANÎ - Li başûrê Kurdistanê di 25'ê Mijdarê de du bûyerên tundiya ser jin pêk hatin. Li bajarê Kifrê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin û li Hewlêrê zarokek keç a 5 salî rastî destdirêjî, tacîzê mêrek hat.
Di tevahiya cîhanê de 25'ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiya ser jin hatiya diyar kirin. Lê di 25'ê Mijdarê de du bûyerên tundî li başûrê Kurdistanê pêk hat. Li navçeya Şaredêy Koksî a bajarokê Kifrê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin. Di heman demê de li bajarê Hewlêrê bûyerek trajedî hat jiyan kirin. Zaroka 5 salî di Mizgeftek a bajarê Hewlêrê de ji aliyê mêrek ve rastî destdirêjî û tacîzê tê. Bûyer bandorek giran li ser zarok çêkiriye. Dayîka zaroka keç diyar kir ku keça wê dema ku xwarin ji cîranan re dibir bi pera xapandiye û biriye tiweleta Mizgeftê û dest dirêj wê kiriye. Lê sucdar nayên girtin û dadgeh kirin. Li gorî Navenda Lêkolînan ya Îraqê ji %46 jin li Îraqê rastî şîdetê tê.
(şb/rc)