Li Kocaeliyê jinek bi parastina cewherî tecevûzkar kuşt

13:11

JINHA

KOCAELİ - Li Gebze jina ciwan a 18'e salî, mêrê bi navê Alattîn K. ê ku xwest wê tecevûz bike kuşt.

Li Taxa Hacî Halîl ya navçeya Gebze a Koçaeliyê jina ciwan a 18'e salî kardêr Alattîn K. ê ku xwest wê tecevûz bike parastina xwe a cewherî kir û Alattîn K. kuşt. Jina ciwan di îfadeyê xwe ya despêkê de, diyar kir ku ji ber ew xwastiye wê tecevûz bike ew jî wî kêr kiriye. Jina ciwan ê ku di bûyerê de ji pişta xwe birîndar buye piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Fatîh ya Gebze, ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat despêkirin.

(rc)