'Tu jî şîdeta li ser jinê red bike'

15:43

JINHA

AMED - Meclîsa Jinan a Lijneya Bajar a Amedê şîdeta li dijî jinê şermazar kir. Hevberdevaka Meclîsa Jinan Melek Engîn Karabulut diyar kirin ku divê qatîlên jinên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin bên aşkera kirin.

Meclîsa Jinan a Lijneya Bajêr a Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan ji bo balê bikişîne ser şîdeta li hemberî jinan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Mala Lijneya Bajar a Amedê hat dayîn. Endamên Meclîsa Jinan a Lijneya Bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tu jî ji şîdeta dijî jinê red bike" û dowîzên "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan e jiyanê nekuje" û "Bila dawî li komkujiya ser jinê ya bi destê dewletê tê pêkanîn bê" hatin hildan.

Daxuyanî ji aliyê Hevberdevaka Meclîsa Jinan Melek Engîn Karabulut ve hat xwendin. Melek hevpeymanên ku Tirkiyeyê li ser mafê jinan bi Neteweyên Yekbûyî re pêkanîn li bîr anî û got ku li Tirkiye yê kujerên jinan bi sedemên "rewşa baş", "destgirtina bi rêz" û "tahrîk" cezayên wek xelat digirin.

Melek qetilkirina jinan li Cizîrê, tazîkirina cenazeyê Ekîn Wan û qetilkirina Dîlek Dogan bi bîr anî û da zanîn ku di demên dawî de bi qedexekirina derketina kolanan şîdeta dewletê ya li ser jinan gihiştiye asta herî bilind. Melek diyar kir ku divê qatîlên van jin bên aşkerakirin.

Melek got ku divê zagonên jinan biparêzin bên derxistin û di dibistanan de dersên wekheviya zayendê bên dayîn.

(rc)