'Eger jin bibin yek dê cîhan tev de azad bibe'

09:19

Nişmiye Gûler/JINHA

WAN - Jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin rêxistinbûna xwe berfireh dikin. Wezîra Darayî a Kantona Cizîrê Remziye Muhammed got, "Eger jina Kurd azad nebe, jina Tirk jî dê azad nebe. Eger jin bibin yek, dê azadiya civak û gelên cîhanê înşa bikin."

Li Rojava piştî serkeftinên mezin jinan dest bi pêvajoya înşakirinê kirin. Li Kantona Cizîrê bi pêşengiya jin hem pêvajoya înşakirinê didome hem jî rêxistinbûna xwe berfireh dikin û parastina xwe yê cewherî pêşdixin. Wezîra Darayî a Kantona Cizîra Rojava Remziye Muhammed derbarê xebatê înşayê a jinan de agahî da û diyar kir ku têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê rêvebirin, berbi azadiyê ve diçe. Remziye anî ziman ku ji ber tundiya rejîmê û civakê a li ser jinê hîna bandora xwe didome û wiha got: "Ji du aliyan ve jin rastî pêvajoyên giran hatine. Bi demê re jin xwe bi rêxistin kirin û xebatê Rêxistina Yekîtiya Star hat dîtin. 7 saziyên cuda hatin avakirin. Jin di van saziyan de hem xwe bi rêxistinkir hem jî bi sazîbûn."

'Arîn Mîrkan di pêşengiya rêxistinbûna jinan de rolek mezin leyîst'

Remziye da zanîn ku li Kantona Cizîrê jin di qadê perwerdê û çandê de cihek mezin girtine û got ku jin di heman demê de di qadên civak, siyaset û parastinê de jî pêşengî dikin û wiha domand: "Jinên Rojava li başûrê Kurdistanê hem asayîş hem jî YPG/YPJ'ê bi aweyek netewî li her qadê tên nasîn. Ji mera nirxê tevgera azadiyê hat hêştin, mînak şehîdên me ên mîna Şîlan Kobanê, Zîlan, Rûken û Adalet hene. Van jinan ji bo me dibin çavkaniya hêz. Arîn Mîrkan di pêşengiya rêxistinbûna jinan de rolek mezin leyîst."

'Em bi jinên bakûrê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ne'

Remziye destnîşan kir ku ew ji bo Roja Têkoşîna li hember Şîdeta Ser Jinê jî xebatê xwe pêk tînin û bi dirûşmeya ku jinek jî li dervî rêxistinbûnê neyê girtin xebatê xwe didomînin. Remziye anî ziman ku bi berxwedana Rojava re şîdeta ser jin li Kantonan kêmbûne û got ku di vê çerçoveyê de li gund û bajaran ew civîn li darxistine. Remziye wiha pêde çû: "Me bi riyê semîner û hunerê şîdetê bi aweyek berfireh da pênase kirin. Di 25'ê Mijdarê de bi taybet panel, sînevizyon û meş hatin li darxistin. Her wiha bi armanca êrîşa dewleta Tirk a ser jin bê şermezar kirin, li Rojava jin meş li darxistin. Em bi jinên bakûrê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ne."

'Jin pêşengiya raperîn û şoreşê kir'

Remziye bi lêvkir ku pergalê desthilatdariyê jin digre hedefê xwe û wiha berdewam kir,: "Bi berxwedana Rojava re jin nîşan da ku ne bask şikestiye, pêşengiya raperîn û şoreşî kiriye. Jin li hersê Kantonên me bune mînakê tevgera azadî, demokrasî û veguhertinê. Jinên Rojava ên ku ji tevahî cîhanê re bûne çavkaniya jiyanê, divê jinên bakûrê Kurdistan û tevahî jinên Tirkiyê ji şîdetê re bêje êdî bese."

'Jin dê azadiya tevahî cîhanê înşa bike'

Remziye wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê jin rêxistina xwe hîn bi hêztir bikin. Eger jinek Kurd ne azad be, civaka ku di navde dijî jî ne azade. Eger jina Kurd azad nebe, jina Tirk jî dê azad nebe. Eger jin bibin yek, dê azadiya civak û gelên cîhanê înşa bikin."

(rc)