Li Dêrikê projên aborî yê jinan deng vedide
09:22
Delîla Bagok /JÎNHA
DÊRIK - Li bajarê Dêrikê projeya jinan a aborî deng vedide. Derbarê projeyê de jinan wiha got: "Armanca me hevsengiya ku di nava civakê de wendabûye, ji nû ve jiyandine û jiyana hevpar bi gelê xwe dayîna naskirine."
Xebatê înşakirina xweseriya demokratîk bi pêşengiya jinên Rojava tê pêk anîn. Jin li Rojava di qadê leşkerî, siyasî û aborî de cih digrin û xebatê xwe rêvedibin. Jinên bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê projeyên aboriyê bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star pêk tînin û rêvedibin. Jin bi projeyên xwe dixwazin rengê jin diyar bikin û wekhevî di xebatên aborî de avabikin. Di projeya ku dane despêkirin de mast û peynir çêdikin. Derbarê xebatê te Rêvebera Komîna Jinan û Berpirsyarê Kargehê Eyşe Ezedîn Hisê axivî û diyar kir ku ew bi deh jinan projeya 6 heyvan diyar kirine û wiha got: "Em wek komînên jin xebatê aboriyê bi rêve dibin."
'Jin bi çanda xwe ya aboriyê bi serketine'
Eyşe anî ziman ku armanca wan a sereke ji vê projeyê, bi hêzkirina çanda jin a hevpare û wiha domkir: "Hêza xwe naskirin tê wateya vegera xwezayê xwe ye. Berî şoreşê ev xebat wek karê mêr dihat dîtin. Lê belê bi hêz û têkoşîna jinan li Rojava xalên sereke bi rengek azad bi serket. Divê jin bi vê yekê serbilind be. Li tu deverê cîhanê rûxmî ewqas êrîş berxwedan çênebûye. Li beramberî vê jina Kurd çand û nasnameya xwe parastiye. Jin çanda xwe bi ziman, cil û berg heya roja îro aniye. Jina Kurd bi serket û bi berxwedaniya xwe civak parastiye." Eyşe da zanîn ku armanca wan ne pere ji kargehê qezenç kirine armanc adeleta jin dayîna fêmkirine. Di warê bazirganiyê de her kes ji me mînak digrin. Ev tê wateya ku jin bi çanda xwe ya aboriyê bi serketiye." Eyşe diyar kir ku bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star ew kargeh vakirine û wiha pêde çû: "Armanc jin xistine navenda jiyanê ye. Jin jib o berjiwendiyê gel dixebitin. Em bang li tevahî jinan dikin ku kedên xwe bixin xizmeta înşakirinê."
'Em ê projiyên xwe belav bikin'
Rêvebiriya Rêxistina Yektîtiya Star a bajarê Dêrikê Gûlistan Osman jî derbarê projeyê xwe de wiha got: "Wek Rêxistina Yekîtiya Star bi qasî hemû xebat û qadên jiyanê em girîngî didin beşa aborî jî. Ji ber vê ji bo hevsengiya jiyana hevpar em xebat didin meşandin. Me komîteyên aborî di nava komînan de avakirine. Ev komîte pêdivî diyar dike û li gorî wê em projeyan pêşdixin. Di hemû komînan de jin berpirsyarî hildane ser milên xwe û xebat didin meşandin. Projeya avakirina kargehê rastî eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê. Ev yek jî encamek baş bi xwe re tîne holê. Xebatkara Kargehê Buşra Alî Hesen wiha qala xebatê kir: "Em deh jin li kargehê dixebitin. Şîr ji kargeha Dîcelyê ji mere tê. Em şîr dimeyînin û dikin peyînir û mast. Piştre em dikin xizmeta gel. Ez ji vê karê gelek memnûnim. Parvekirinên me wek jin di kargehê de çêdibin û em pirsgirêkê hev jî çareser dikin."
(rc)