Dewlet 750 girtiyên nexweş têxe bazariya siyasî

10:40

Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL- Endama Komusyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatîce Onar li ser rewşa girityên nexweş rawestiya û got ku li Tirkiyê cezaya darizandinê tune lê zagonên wek darizandinê hene. Hatîce anî ziman ku ev zagon hemû bi keyfîne û dewlet girtiyên nexweş wek bazara siyasî dibîne.

Di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de her roja ku diçe mafê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Ligel hemû binpêkirina mafên girtiyan hikûmeta Tirkiyê xwe ker û bêdeng dike. Her roja ku derbas dibe ji ber nexweşî û xemsariya rêveberên girtîgehan tabûtên girtiyan ji girtîgehê dertê û ligel nexweşiya giran girtî nayên dermankirin. Endama Komîsyona Girtîgeha ÎHD'ê ya Stanbolê Hatîce Onar anî ziman ku li ser girtiyan polîtîkayên qirêj tên meşandin. Hetîce daxuyakirin ku di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de 750 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "Ligel nexweşiyên giran tu girtî nayên derman kirin û hikûmet wan terkî mirinê dike. Di berê de me ji bo girtîgeha Tîpa F çalakiyan dikir niha jî ji bo girtiyên nexweş dikin. Ji ber ku her roj di girtigehan de tabûtên girtiyên nexweş ser me de tên. Em wek komusyona girtîgehan di fîkra berdan an jî dermankirina girtiyan de ne. Lê mixabin ku her çi qas em ji bo girtiyan çalakiyan dikin jî ev çalakiyên me nayên dîtin û hikumet wek xwe dike."

'Deng û guhên wan em in'

Hatîce da zanîn ku girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Alî Çelebî yê ku di Girtigeha Tîpa F ya Tekîrdagê de dimînê û nayê derman kirin bibîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di girtîgehan de nêzî 20 sal e girtiyên ku birînên wan nayên derman kirin hene. Çawa ku di laşê mirovan de birînek çêdibe û nayê derman kirin ew birîn dibe sedema nexweşiyên giran, niha rewşa girtiyên nexweş jî wiha ye. Eger ku birîna wan neyê derman kirin dê mirin bi xwe re bîne. Ligel nexweşiya giran destûr nadin ku girtî bi parezerên xwe hevdîtînê bikin. Mînak girtiyê bi navê Alî Kurban bi salan bi parezerên xwe re nikarîbû hevdîtinê bike û heya dawiya salê encax parêzer çûn cem wî û hevdîtin pêk anîn. Tenê em li cem wan in. Em hem deng û hem jî guhên girtiyan in."

'Bijîşk bi gorî nasnameya siyasî nêzî girtiyan dibin'

Hatîce di berdewamiya axaftina xwe got ku zagon ji aliyê wîjdana mirovan ve gelek giran e û ev tişt got: "Li Tirkiyê cezayê darizandinê tune lê belê zagonên ku tên kirin wek darizandinê ne. Zagon bi keyfî tên bikar anîn. Hikûmeta Tirkiyê ne bigorî lihevhatinê tev digerin. Dema ku girtiyên nexweş ji bo derman kirinê diçin nexweşxaneyê jî bijîşk bi gorî nasnameya siyasî nêzî girtiyên nexweş dibin. Gelek bijîşk hene ku girtiyan bi kelepçeyê derman dikin."

Hactîce bal kişand ser lihevhatina siyasetmedaran û got ku divê ji bo rewşa girtiyên nexweş her dû al li hev bên û gotinê xwe wiha bi dawî kir: "Çareser kirina pirsgireka girtiyên nexweş polîtîkayên hikûmeta Tirk e. Rewşa girtiyan bû ye bazariya siyasetmederan, divê hemû raya gitşî ji bo lihevhatinê rabe ser piyan û deng bidin dengê girtiyan."

(ho/rc)