'PKK'ê jiyana nû vejîn kir'

11:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 37. salvegera damezrandina PKK'ê Kordînasyona Yekîtiya Star daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêxistina Yekîtiya Star bi boneya 37. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de serî de salvegera 37. li mîmarê Partiya Karkerên Kurdistan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîd û gelê Kurd hat pîroz kirin.

Daxuyanî bi vî aweyî ye:

"Partiya Karkerên Kurdistan PKK li beramberî zordarî û zilma ku li ser gelê kurd dihate meşandin rabû. Bi têkoşîna ku PKK meşandiye gelê kurd di her çar parçeyên kurdistan û li derveyî welat de rojên nû ên azad jiya û dijî. Ew gelê ku di bin lepê qirkirina çandî û fîzîkî de ku tu derfetên jiyanê jê re nemabûn bi têkoşîna rizgariya kurdistanê ya ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKK daye meşandin vejînek nû jiyan kir. PKK'ê ne tenê hebûna gelê Kurd û nasnemeya wî pê da qezenckirin, vîna berxwedanê jî bilind kir. Îro gelê kurd di encama têkoşîna ku PKK'ê daye bûye aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêkên heremê û tevahî mirovahiyê.

Li ser vê bingehî gelê Kurd û di serî de jina Kurd li her çar aliyê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi dil û mêjiyê xwe Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'e hemêz kir û ji bo ev têkoşîn bilind bibe, tevlîbûnek bê hempa ji têkoşîna azadiyê re da çêkirin. Bi hezaran keç û xortên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûn û di çeperên herî pêş de cihê xwe di têkoşîna azadiyê de girtin. Şehîd Dîcle, Ruken, Ezîme, Reyhan, Şîlan, Rustem, Xebat, Seydu, Mihyedîn, îsmaîl, Şervîn, Bêrîvan, Zelal, ... û bi hezaran şehîdên me yên qehreman ên di riya têkoşîna azadiya Kurdistanê de di nava refên PKK'ê de şehîd ketin û bûne şopdarê Heqîqetê. Mazluman, Kemalan, Sakîneyan û Xeyriyan ên ku PKK'ê li ser bingehê keda wan a bi rûmet heta roja me ya îro hat. Îro jî Şehîd Arîn, Rêvane, Silava, Viyan, Hebûn, toprak ... ên ku cardin li ser bingehê vê mirasê bi awayekî fîdaîyane li beramberî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şehîd ketin û canê xwe ji bo azadiya gelê kurd, jina kurd û tevahî mirovahiyê dan .

Ji ber ku PKK'ê bi Rêbertiya Rêberê gelê Kurd Rêber APO her dem têkoşîna rizgariya Kurdistanê li ser bingeha têkoşîna rizgariya jinê danî di hemû çeperan de jinan cihê xwe di navê de girt. PKK'ê li ser bingeha ku rizgariya civakê bi rizgariya jinê pêk tê her dem têkoşîna rizgariya jinê di dereca ewil de girtiye dest, ji xwe serkeftina PKK'ê jî li ser vê bingehiye. Lewma Partiya Karkerên Kurdistan weke partiya jinê tê naskirin. Di hemû qadan de kadroyên wê yên jin di asta pêşengiyê de rol dilîzin. Ji bo vê gelê Kurd bi pêşengiya jina Kurd de di her qadê de îro şoreş pêk tînin.

Di ezmûnên PKK'ê de em dibînin ku tu hêz bi qasî jina bi rêxistinkirî li ser civakê bi bandor û guherînker nîne. Viya îro di Rojavayê Kurdistanê de di serî de di şexsê YPJ'ê de û hemû qadên din ên rêveberiyê de ku jinên Kurd pêşengiyê tê de dike car din îspat dibe. li ser vê bingehî em weke rêxistna Yekîtiya Star bi vê wesîlê soza bilindkirina têkoşîna azadiyê didin. Cardin di şexsê şehîd Şîlan, Arîn û tevahî şehîdên şoreşê de hemû şehîdên azadiyê bi bîrtînin. Bang dikin ku hemû jin li dora têkoşînê bicivin ku em pergala civaka demokratîk, azad û wekhev a ku xewin û xeyalên şêhîdên me bû avabikin."

(rc)