Ceylan Bagriyanik: Bi perspektîfa birêz Ocalan jin şoreşa xwe li Rojava li cihanê belev dike
11:55
Fîlîz Zeyrek /JINHA
MERSÎN -Endama KJA 'ê Ceylan Bagriyanik zexma Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku gotî bû "Eger jin azad nebe, civak jî azada nabe" nirxand û got ku ev hêzê birêz Ocalan di asta şoreşekê de ye û diyar kir ku di serî de jinên Kurd û hemû jin perspektifa birêz Ocalan li cihanê belav kir.
Hemû çavkaniyên ku 37. damezrandina PKK'ê dinirxînin û diyar dikin ku PKK şoreşa jinê ye. Me jî giringî û wateya şoreşa jinê ya li Rojava ji Endama Koodînasyona KJA'ê Ceylan Bagriyanik pirsî. Ceylan got ku pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka gelê Kurd ê ku di sala 2013'an ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve li ser navê jinê hate destpêkirin.
Ceylan bal kişand ser "Bîrdoziya xelasî jinê" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: "Bîrdoziya xelasiya jinê ne tenê ji bo jinên Kurd di heman demê de ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn e û şoreşa hişmendiya li ser jinê ye. Birêz Ocalan bi hemû perspektîfên xwe ji bo azadiya civakê û azadiyê jinê pêşkeş dike. Divê hemû jin jî bi gorî vê yekê nêz bibin û têbikoşin. Fikrê birêz Ocalan ji bo çareserkina pirsgirêka jinê ye. Wek ku tê zanîn metingerî ya herî ewil li ser jinê hate meşandin û bi meşê re hemû civak ket binê pergalê û rastî metingeriya dewletê hat."
'Perspektîfa azadiyê'
Ceylan li ser azadiya jinê jî ev tişt anî ziman: " Bi azadiya jinê re perspektîfa azadiya civakê jî bi xwe re tîne. Lewre birêz Ocalan di serî de li ser azadiya jinê rawestiya û hewl da ku jin azad bibe. Me îro dît ku jin bi vînek mezin ji bo azadiya xwe têdikoşe û li ber xwe dide." Ceylan destnîşan kir ku li Rojava bi bîrdoziya azadiyê jinê tevgeriyan û niha li Rojava rêveberiya xwe di bingeha jinê d tê avakirin û wiha pê de çû: "Li Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê sing bi sîng şer kirin û azadiya civakê bi dest xistin."
'Dê rêveberiya xweser bê înşa kirin'
Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî ku li Rojavayê Kudistanê Bakurê Kudistanê jî rêveberiya xwe ya xweser ava kir û dê bi ser bikeve. Ceylan got ku gel hêdî li taxan meclîs û komînên xwe ava dike û axaftina xwe wiha domand: "Li bakûrê Kurdistanê gel ji aliyê hêza dewletê ve rastî êrîşên giran tên û di hemen demê de ji bi çekên giran tên qetîlkirin. Welatî ligel hemû êrîş û qetlîaman li taxên xwe rêveberiya xwe dan îlankirin û destûr nadin dewlet mudaxeleya jiyana wan bike. Ji ber êdî gel naxwaze ku dewlet wan bi rêve bibe. Gelê me li hemû taxên xwe meclîsên xwe ava kirin û bi jiyanek komîn dest bi xebatan kirin e."
Ceylan axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Êrîşên li Kudistanê tên kirin hemû ji ber hişmendiya desthilatdariyê ye. Lê em jin dê li hemberî hemû êrîş û qetlîaman li ber xwe bidin û li hemberî hişmendiya mêretiyê têbikoşin."
(ho/rc)