'Em ji bo jinên li ber deriyên xwe tên qetîlkirin di çalakiya girêvê de ne'
12:04
Pîroz Zirig/JINHA
DÎLOK -Jinên Dîlokê yên ku ji bo qedexekina derketina derve û êrîşên li Kudistanê tên kirin şermezar bikin dest bi girêva birçîbûnê kirin. Jinan anî ziman ku ji bo jinên ku bi zarokên xwe re li ber deriyên xwe tên qetîlkirin ketin çalakiya birçîbûne.
Li her aliyê Kurdistanê ku bi îlankirina rêveberiya xweser re di nav de jin û zarok jî heyî bi sedan welatî hatin qetîlkirin, rastî perteka jinan tên. Jinên Dîlokê ji bo pertekên xwe bidin nîşandan li avahiya rêxistina DBP'ê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Jinên ku ev du roj in dest bi grêvê kirine armanca çalakiyê nirxandin û diyar kirin ku êdî ew naxwazin agahiyên mirinê bibihisin.
Çalakvana bi navê Xebat Gengeç (49) bal kişan li ser êrîş û komkujiyên li navçeyên Nisêbîn, Sîlopî û Cizirê û wiha axivî: "Li welêt êrîş hene û di êrîşê de jin û zarok tên qetîlkirin. Dîsa di heman demê de jin li ber deriyên xwe tên kuştin. Êdî em naxwazin ku agahiyên mirinê bên me. Em ji bo rawestandina kuştina jinan ketin grêva birçîbûnê."
'Ji hemû kes re aştî heye lê ji me re tune'
Jina bi navê Selvî Aslan ê ku dest bi grêva birçîbûnê kir jî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin ku zilm û zordariya li ser gelê kurd rawestê û êdî bi dawî bibe. Em îro li hemberî zilmê radibin û êdî naxwazin ev zilm berdewam bike. Em aligirên aştiyê ne. Em aştiyê dixwizin. Em dinêrin ji her kesî re aştî heye lê ji bo me tune ye."
'Em nikarin bibin temaşevanên qetlîaman'
Jina bi navê Bedîha Armutlu jî komkujiya ku li Pirsûs û Enqereyê pêk hat bibîr xist û wiha axivî: "Ji hilbijartinê heya niha li welêt komkujî û êrîş çêdibin. Divê em li hemberî van komkujiyan bibin mertal û rê nedin êrîşên dewletê. Divê ku em hêza xwe derxin holê û li hemberî zilmê rawestin. Li Amed, Enqere, Pirsûsê êrîş çêbûn û gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Em nikarin li hemberî van komkujiyan bibin temaşevan. Lewra îro em canên xwe fedadikin."
(ho/rc)