Li Dêrikê damezrandina PKK'ê hat pîroz kirin

12:39

JINHA

DÊRIK - Bi boneya 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk û Rêxistina Yekîtiya Star şahî li Navenda Rotko a Xenê Serê li darxist.

Li bajarê navenda Rotko a Xanê Serê ya Dêrika Kantona Cizîrê bi boneya 37. salvegera damezrandina PKK'ê şahiyek mezin hat li darxistin. Bi tevlîbûna Rêveberên TEV-DEM'ê û Rêxistina Yekîtiya Star û gelek rêxistin, saziyên civaka sivîl, hêzên parastinê ên bajarê Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Rimêlan û Qamişlo şahî hat li darixistin. Şahî piştî deqeyek rêzgirtinê despêkir û axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Hanîfe Huseyîn ve hat kirin.

'Bi nirxê şehîdan dê pergala hovîtiyê bin bikeve'

Henîfe li ser girîngiya rojê axivî û wiha got: "Di serî de em 37. salvegera damezrandina PKK'ê li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Têkoşîna gelê me bi piştevanî û rihê berxwedanê bi serket. Partiya Karkerên Kurdistan di sala 1978'an de bi şeş kesan hat avakirin. Niha ji milyonan re bû hêvî. Di roja me îro de têkoşîna heqîqetê di tevgera PKK'ê de tê dîtin." Henîfe destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê ji hêza avabûyî ditirse û ji ber vê êrîşên xwe di çerçoveya îmhakirina gelê Kurd de pêk tîne. Henîfe diyar kir ku her çiqas êrîş bikin jî divê bê zanîn ku berxwedana gelê Kurd li hember pergalê desthilatdariyê dê bidome û wiha got: "PKK'ê bi hêza gel avabûye, ji ber vê hêzê tu kes wê li hember berxwedana gel bi ser nekeve. Bi nirxê şehîdan dê pergala hovîtiyê bin bikeve."

Henîfe di dawiyê de şehîdên tevgera azadiyê bi bîrxist û 37. salvegera damezrandina PKK'ê diyarî şehîdên her çar aliyê Kurdistanê kir û wiha got: "Em ê tu carî rêhevalên xwe ji bîr nekin û soza şopdariya riya wan nû dikin." Piştre Koma Şehîd Elenya ya bajarê Dêrik û Koma Botan stranên ku rojê îfade dike gotin. Piştre bi pêşkêşkirina Koma Dîlanê a Şehîd Zîlan, Koma Şehîd Werişî a Tirbespiyê hat kirin. Şahî bi pêşkêşkirina Şano a ku ji aliyê Koma Koceretan ve bi dawî bû.

Gel bi govend gerandinê û dirûşmeyên "Bijî berxwedana PKK'ê" şahiyê xwe bi dawî kirin.

(db/rc)