Li Bursayê qetlîamên jinan ên biguman
12:46
JINHA
BURSA - Li bajarê Tirkiyê Bursayê doh 3 cenazayên jinan ên biguman hate dîtin. Jinên ku bi aweyek hovane hatin qetilkirin hatin dîtin bi îdaya "Xwe kuştinê" hat nîşandan.
Li Tirkiyê ligel çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Navnetewîn berdewam bike jî li heremê tund û cinayetên li ser jinê berdewam dike. Doh li Busayê cenazeyên jinên ku wek "Xwe kuştinê" hate nîşandan di mejiyê mirovan de fîkaran çêdike. Cenazeyên 3'ê jinên li cihên cuda bi aweyek dalîqandanî hatin dîtin, kes nizane ku çawa hatine qetîlkirin. Jina bi navê Gulcan Dengîr (48) ê ku li taxa
Yunus Emre ya Navçeya Nîluferê ya Bursayê dijî, cenazeya wê li daristana Guçmenan bi darêve daliqandî hat dîtin.
Di heman demê de li taxa Çinaronu ya navçeya Yildirimê jina bi navê Bahar Bulut (20) di bin dirêncekên mala xwe de bi dalîqandî hate dîtin. Dîsa cenazeya jina bi navê Seçîl Gurkonak (33) ya li taxa Adaletê ya navçeya Osmangaziya Bursayê li xweringeha mala xwe bi boriyê avê ve bi awayekî dalîqandî hate dîtin.
Her wiha cenazeyên jinên hatin qetîlkirin ji bo karê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bursayê.
(ho/rc)