1.Kongreya Yekîtiya Jinên Suryanî dest pê kir
13:40
JINHA
QAMIŞLO - 1. Kongreya Yekîtiya Jinên Suryanî bi beşdariya 250 jin, li bajarê Qamişlo dest pê kir.
1. Kongreya Yekîtiya jinên suryanî di bin diruşmeya ‘Jina Azad, kesayeta azad û sîstemeke demokratîk diafirîne’, li salona Selam a li bajarê Qamişlo dest pê kir. Di kongreyê de tevî endamên yekîtiyê û mêvanan 250 jin amade bûn. Di nava jinên amade bûn de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsiv, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî, Endamên Dîwana Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn û Mizgîn Zêdan, Endama Meclîsa Zagonsaz Sîham Dawûd, Cîgira Serokê desteya werzîşê Hemrîn Elî û gelek jinên ji hemû pêkhateyên bajar amade bûn.
Konger bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre jî Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Şemîran Şemûn axaftina vekirinê kir. Şemîran Şemûn di destpêk axaftina xwe de bixêrhatina hemû mêvanan kir. Piştre jî Şemîran diyar kir ku ew bi hêvî ye ev kongre ji wan re bibe destpêka pêşxistina karên Yekîtiya jinên suryanî, da ku jin karibin azadiya xwe bi dest bixin û dawî li hemû rengên tûndiya li dijî jinan, bînin.
Piştre peyamên pîrozbahiyê yên rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên bajar, hatin xwendin. Di kongrê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsiv axivî û lidarxistina kongreyê li hemû jinên Suryanî pîroz kir. Hediye kêfxweşiya xwe a li hember pêşxistina jinên Rojava anî ziman û da zanîn ku Azadiyê jina Rojava hişt ku ew bighêje vê astê û bû sedema serkeftina şoreşa Rojava. Hediye hêviya xwe ya serkeftina kongereyê nîşan da.
Kongre bi axaftinan didome…
(rc)