'Wan xwest me ji birçîbûnê bikujin lê me bi hevpariyê li ber xwe da'
13:57
Bêrîtan Elyakut-Mîzgîn Tabu/JINHA
MÊRDÎN - Jinên navçeya Nîsêbînê 14 roj dibin dagirkirina dewletê de man û li hemberî zilmê bi hevparî li ber xwe dan anî ziman ku dewletê xwestiya ku wan bê avî û ji birçîbûnê bikuje lê ew bi hevparî li ber xwe dane û jiyana xwe berdewam kirine.
Li navçeya Nîsêbîna Mêrdînê 14 roj ji aliyê hêzên dewletê ve hate dagirkirin û bi qedexekirina derketina kolanan re 9 welatî jiyana xwe ji dest dan. Li çar aliyên navçeyê yên ku hatiyê hilweşandin şopên komkujiyê tên dîtin. Welatiyên taxê yên ku bi rojan bê av û nan hatin hiştin anîn ziman ku dexwaza wan ew bû ku me bi birçûbûnê terbiye bikin. Lê me bi hevparî li hemberî zilma wan li ber xwe da.
'Bila hemû rabin ser piyan'
Jina bi navê Emîne Baş komsepsa şerê hikûmeta AKP'ê bibîr xist û anî ziman ku hikumeta AKP'ê bi qedexekirina derketina kolanan dixwaze berxwedana gel bişkîne û gel bitirsîne û wiha axivî: " Ji Surê heya Cizîrê rêveberiya xweser hat îlankirin. Divê li çar aliyê Kudistanê ev berxwedan bê belav kirin. Ji 7 saliyan heya 70'ê salî tev ji bo rêveberiya xwe rabin ser piyan û hêza xwe bidin nîşandan. Em 14 roj bê av û bê nan hatin hiştin. Bi van êrîşên xwe yên hov xwestin me bitirsinîn lê me qet natirsin dê heya dawî em ê li ber xwe bidin."
'Me ji tune bûnê da avakir'
Jina bi navê Veciya Akça jî desnîşan kir ku dewletê 14 roj bi pergalî îşkence li wan kirine û bi êrîşên derûnî çavên wan xwestine bitirsînin. Veciya da zanîn ku bi rojan pêwîstiyên elektîrêk bi jenerator û akuya wesayîtan pêk anîne û ev tişt got: "Me bi pêwîstiya elektîrîkê bi awayên cuda bi cih dianî. Dema ku xwarina me bi dawî bû jî me bi hevparî xwarina xwe lihev parvedikir. Me di bin êrîşên girande xwarinên xwe çêdikir û wekhevî li hemû kes belav dikir. Li taxê şebekeya telefonê tune bû, Dema ku me şebeke seft dikir jî di derbarê rewşa xwe de agahiyê dida xizmên xwe. Me li hemberî hemû zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna xwe em berdewam dikin." Me ji tune bûne xwarin dida avakirin."
'Em ê bi hevparî bersiv bidin zilm ê'
Helîme Konak a ku 14 roj dibin dagirkirina tîmên taybet de mane jî diyar kir ku 24 seatan di bin êrîş û çekên girande li bahçeya avahiya xwe li ber tendurê nan çêkiriye û bi mirinê re rûbirû maye. Helîme bilêv kir ku hemû dawaza dewletê ew bû ku me ji birçiyan bikuje lê em neketin kemîna wan û bi berxwedanê em bi ser ketin. Helîme bal kişand ser yekîtiya welatiyan û ev tişt li gotina xwe zê de kir: "Li her taxê welatî dibin gefa mirinê de bûn. Welatiyan çi kir. Ligel hemû zilm û zordariyan bi wekhevî li hemberî zilmê rawestiya û li ber xwe de. Êdî gelê kurd xwe naveşêre û li hemberî zilmê bêdeng namîne. Her çi qas dewlet êrîş bike dê gel bi wekhevî bersiv bide zilm ê."
(ho/rc)