Odeya jinên ku tacîzên li yurdê pêk tên aşkere kirin hat girtin: Vir Stenbole...!

14:28

JINHA

STENBOL - Jinên ku xwastin tacîzên ku li Yurda Keçan pêk tê protesto bikin li Cevîzlibagê Karmendan bi ser odeya xwendekaran girt û wiha gotin, "Vir Stenbol e. Li vir tacîz jî heye tecawîz jî. Bila hûn nehatane vir"

Ji ber Yurda Keçan ya ku di maha Îlona 2015'an de li navçeya Cevîsliya Stenbolê nû hat vekirin û ji tramvay û metrobustê dur e jin her tim rastî tacîzê tên. Jinên ku rastî tacîza ajokeran tên gelek caran serî li Midûriyeta KYK'ê Midûriyeta polîsan û Walîtiyê dan û xwesitin deriyê yurdê bê gorandin. Lê ligel hemû serledanên wan hêj tu ewlehî nehate girtin.

Yurda ku 3 hezar û 500 jin tê de dimînin her roj rastî tacîzê tên û bi tecawîzê re rûbirû ne. Li ser vê yekê jinan di 24'ê mijdarê de bi rê ya medyaya civakî bi nîvisa "Liyurdêtacizheye" kampanya dan dest pê kirin. Odeya ku du jinên ku vê kampayayê dan dest pê kirin ji aliyê karmendên yurdê ve hat raserîkirin. Karmendan êrîş birin ser her du jinan û ji wan re got ku "Hun nikarin li vir rêxistinê bikin vir Stenbol e. Li vir tacîz jî heye tecawiz jî. Bila hûn nehatana vir"

(ho/rc)