Hatîce Çoban di otobûsê de bi jinan re hat cem hev

16:16

JINHA

WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban di otobûsa şaredariyê ya ku her roja pêncşemê ji bo jinan bê pereye siwar bû û gazincên jinan guhdar kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ji bo jin devlî jiyana civakî bibin her roja pêncşemê ji bo jinan otobûsa şaredariyê bê pere siwar dike. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Jinê ya Navnetewîn, li otobûsê siwar bû û di otobûsê de daxwaz û gazinca jinan guhdar kir. Vekîlê şaredariyê navçeya Ertemetê Nurhatyat Çelîk, Hevşaredara rêxistina HDP'ê ya navçeya Tuşba yê Hatîca Can û gelek hilbijêr jî tevlî bernameya Hatîce Çoban bûn.

Hevşaredar Hatîce Çoban a ku di otobûsê de rêwîtî kir bi jinan re axivî û daxwazan jinan guhdar kir. Hatîce jinan re got ku dê heya salek din pirsgirêka otobûsan bi otobûsên nû çareser bikin. Hatîce destnîşan kir ku dê li Wanê hêjmara jinên ajoker zêde bikin û qada aboriyê li jinan vekin.

Jinan jî keyfxweşiya xwe anî ziman.

(ho/rc)