Jinên Rojava bi coş 37. salvegera damezrandina PKK pêşwazî kirin
16:27
JINHA
Rojava - Jinên bajarê Hesekê û Dirbêsiyê bi armanca 37. salvegera damezrandina PKK'ê nirxandin kirin û diyar kirin ku PKK'ê ronahî xistiye jiyanê wan û ji ber vê hêviya wan a azadiyê her ku diçe bilind dibe.
Bi boneya 37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jinên bajarê Hesekê û Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê nirxandin kirin. Jinên ku bi cil û bergên gelerî reng dabûn şahiyê coş û kêfxweşiyên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku bi hêza PKK'ê yekîtiya gel avabû û wiha gotin: "PKK'ê ronahî xist jiyana me û bandorek mezin di warê manevî de pêk anî. Bi sayê PKK'ê guhertina di jiyanên me de çêbûn. Me wek gel hînê jiyana rêxistinkirî û parastinê kir."
Welatiyên ku ji bajarê Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê, Amûdê, Hesekê û Eburas el Ên li Qada Geracê kombûn û dest bi şahiyê kirin. Di şahiyê de Koma Zîlan, Koma Malîk û Koma Bêrîvan bi stran û şanoyên xwe derketin ser dîkê û amedekariyên xwe pêşkêş kirin. Piştre jinên ku qadê bi rengê kesk, sor û zer xemilandibûn bi govend gerandinê şahiyê xwe bidawî kirin.
(gb-şa/rc)