Polîsan Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz birîndar kir

08:25

JINHA

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê polîsên ku bi wesayîtên zirxî li dijî taxan operasyon pêk anîn bi çekê Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û du 2 ciwanên ku navên wan nehat zanîn birîndar kirin. Sîbel û ciwanekî bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê girtin emeliyatê. Gel herikîn taxa Dize ku êrîşên polîsan zêde bûne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh bi şev polîsan li dijî taxên Yeşîldere û Dizeyê bi dehan wesayîtên zirxî ve operasyon pêk anîn. Polîsan taxa Dize dorpeç kirin û bi şev seat de 03.00'ayn de rasterast êrîşî mal û barîqatan kirin. Di encama gulebaranê de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz û 2 ciwanên ku navên wan nehat zanîn birîndar bûn.

Sîbel hate emeliyatkirin

Sîbel a ku bi giranî birîndar bû ji ber ku ambulas ji ber dorpêça polîsan nekarî bikev taxê bi wesayîteke sivîl ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Sîbel a ku girtin emeliyatê xetereya wê ya jiyanê berdewam dike. Ciwaneke birîndar jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate ameliyatkirin. Ciwanê din jî ji aliyê welatiyên taxê ve hate dermankirin.

Gel herikîn Dize

Li hemberî êrîşan welatiyan dest bi berxwedanê kirin û li taxê yek ji wesayîtekî zirxî hate derbkirin û yek jî hate îmhakirin. Ji bo ku wesayîta li taxa Dizê bê rakirin maşîneyek hate taxê. Piştî ku êrîş hate bihistin welatiyên nevçeyê ber bi taxa Dize ve herikin û hewl dan bigihîjin taxê. Polîsan bi bombeyên gazê û çekan ve êrîşî gel kirin. Li taxê êrîşa polîsan û berxwedana gel jî didome.

(rc)