Gerilayên YJA-STAR: PKK amenetê jinane divê jin xwedî lê derkeve
09:11
Ruhal Nurî - Evîn Pêncewîn/JINHA
BEHDÎNAN - Gerîlayên YJA-STAR'ê derbarê 37. salvegera damezrandina PKK'ê de hestên xwe anîn ziman û bang li jin û ciwanan kirin ku xwedî li nirxê şehîdan derkevin û berê xwe bidin çiyê.
Gerilayên YJA-STAR bi boneya 37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nirxandin kirin. Gerîlayên YJA-STAR'ê diyar kirin ku PKK'ê lêgerîna azadiyê bi hêz kiriye û bi nirxê şehîdan jiyana nû afirandiye. Her wiha gerîlayan bang li jin û ciwanan kirin ku berê xwe bidin çiyê û li hember polîtîkayên bişevtinê têbikoşin kirin.
Gerîlaya YJA-Starê Dîdar Colemêrg bi boneya salvegera damezrandina PKK'ê wiha hestên xwe anîn ziman: "Di serî de em 37. salvegera damezrandinê, roja vejînê li Rêber APO, şehîdan û hemû gelên Kurdistanê pîroz dikim. PKK'ê bi keda şehîdan gihiştiye vê astê, tevlîbûna min jî bi armanca xwedî derketina nirxê şehîdane. Dema ku min jiyana hevalên şehîd dixwend yan jî lêkolîn dikir tevlîbûn êdî ji bona min bû weke xeyalekî mezin. Dema ku ez tevlîbûm jî min rastiya ku PKK partiya şehîdane bi çavên xwedît. Ji ber ku PKK'ê hêlîna rastiyê ye. PKK'ê warê hevaltiya rast û bedewe. Ji xwe dema ku ez beşdar bûn ji min re weke nû hatina dinyayê bû. Raste zor û zehmetiyên xwe hene lê bedewbûna hevaltiyê zehmetiyê ji bîra mirovan dibe. Dema ku hevalek berdaqek çay ji mirovan re tîne, wê demê mirov westandina xwe hemû ji bîr vedike. Ew jî tê wateya ku xweşikbûna wê jî di nava zor û zehmetiyên wê de veşartiye. 37 sal bi ser damezrandina PKK'ê re bihûrî lê her roj bi fikra Rêber APO em xwe nû dikin. Li kuderê şîdet hebe, li kuderê komkujiya jinan hebe li wir PKK'ê dibe hêza çareseriyê. Bangawaziya min jî ji ciwanan re ew e ku ji bona ku karibin xwe bighînin rastiyên veşartî bila berê xwe bidin serê çiyê û tevlî xweşikbûna gerîlayên azadiyê bibin.''
'PKK emanetî jinan e, em ê xwedî lê derkevin'
Delîla Agirî jî di derbarê vê rojê de wiha got:"Em salvegera damezrandina PKK'ê li mîmarê Tevgerê Rêber APO pîroz dikin. Dîsa em di vê rojê de bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Bi keda şehîda em gihiştine vê astê ku em dikarin saleke din vê şahiyê li çiya bi hevre pîroz bikin. Di nava tevgerê de keda bi hezaran hevalên şehîd heye. Bi sedan hevalên me yên jin canê xwe di oxira vê dozê de, feda kirine. Beriya ku ez tevlî bibim gelek propagandayên ne rast li ser PKK dihate kirin. Lê piştî ku ez tevlîbûn berovajî wê antîpropagandeyê derket holê."
Delîla di dawiya axaftina xwe de bangawaziya xwe ji bona jin ciwana kir û wiha pê de çû: " Bi boneya vê rojê ez bang li jin û ciwana dikin ku werin tevlî PKK'ê bibin. PKK'ê ne tenê partiya parçeyek Kurdistanê ye, ne tenê ya olekî ye, PKK'ê di oxira azadiya hemû gelan de têdikoşe. Rêber APO ev tevger emanetî me kiriye, ji ber wê jî divê hêrî zêde em weke jin xwedî lê derkevin."
'Li pey lêgerînên xwe yên hebûnê werin çiya'
Rewşen Umut jî da zanîn ku PKK'ê bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şahîdan hatiye vê astê, her wiha bal kişand ser polîtîka û lîstikên dijmin ku bi taybet li ser jin û ciwan dide meşandin û wiha şîrovekir: "Em vê rojê li Rêber APO pîroz dikin. Rêber APO dibêje''PKK partiya şehîdan e'' em roj bi roj bi xwîna şehîdan weke darekê şîn û mezin dibin. Ji her milekî cîhanê ciwan tevlî partiyê dibin û li rastî û dîroka xwe digerin. Weke em dibînin îro li deverên Kurdistanê berxwedanî û serhildanên bê hempa hene. Ev hemû encamên keda Rêber APO ye. Di rastiya PKK de berxwedanî û ne qebûlkirina teslîmiyetê heye. Ez jî weke jinekê dikarim bêjim ku min rastiya xwe di nava PKK'ê de dît. Min hîs kir ku hebûn û mafê min yê jiyan kirinê heye. Ev xweşikbûna PKK'ê dide diyar kirin ku cûdahî di nava zayendan de nîne. Berovajî mafê her kesî yê jiyanê diparêze. Ji ber wê jî dijmin îro dixwaze van rastiyan bi hemû awayî veşêre û binpê bike. Ew dixwazin bi polîtîkayên bişavtinê ciwanan ji rastî û dîroka wan dûrbixin û bê hay bihêlin. Lê ruxmî hemû lîstikan çiyayên Kurdistanê roj bi roj bi têkoşîna jin û ciwanan rengîn dibe. Mirov dikare bêje ku ev jî dikeve xizmeta vala derxistina polîtîka û hewil danê dijmin."
Rewşen bi bangawaziya xwe ji bo jin û ciwanan dawî li axaftina xwe anî û wiha got: ''Bangawaziya min ji jin û ciwanan re ew e ku bila êdî bilîstikên dijmin neyên xapandin û lî pey lêgerîna xwe ya hebûnê bimeşin û berê xwe bidin çiya.''
(rc)