'Divê jin bi rêxistin bin û li hemberî zilmê têbikoşin'
09:17
JINHA
SILÊMANÎ - Jinên Binarî ya Qendîl li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî hêstên xwe bi ajansa JINHA'ê re parvekirin û diyar kirin ku li her derî tundiya li ser jinê wek hev e.
Jinên Binarî ya Qendîl li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî hêstên xwe bi ajansa JINHA'ê re parvekir. Hevşaredara Bînariya ya Qandilê Emînê Ehmed Ebdullah diyar kir ku jin di nav civakê de her tim rastî tundiya mêr tên û wiha axivî: " Eger îro jin li derkevin qadan û azadiya xwe berz bikin ev bi saya jinên şoreşkerin. Wek tu tê zanîn bi hezaran jin ji ber tundiya li ser xwe qebûl nekirin bedenên xwe şewîtandin. Tenê sedema ve jî ew e ku pêşiya tundiya li ser jinê nehatiyê asteng kirin. Berovajiya wê dîsa jin bi tundiyê û cezayên girand hatinê asteng kirin. Divê êdî jin xwe bi parastina cewherî pêk binîn û xwe biparêzin."
'Pergal li ser jinê gef e'
Kelsûm Mûrad Îbrahîm jî li ser tundiya ser jinê rawestiya û anî ziman ku hemû zerarên ku li ser jinê tên kirin hişmendiya tundiyê ye. Kelsûm destnîşan kir ku şîdet ne tenê di nav bera jin û mêr deye û ev tişt li gotinê xwe zêde kir. Eger pergalek bingehîn hebûya dê tundiya li ser jinê jî bi dawî bibû ya. Lê mixabin ku pergal bixwe li ser jinê gef e û xwe bi tundiya jinê dide jiyandin."
'Tu hewldana dewlê tune ku tundiyê asteng bike'
Kelsûm di berdewamiya axaftina xwe de got ku heya niha dewlet ji bo rawestandina tundiya li ser jinê zagon çênekiriye. Kelsûm anî ziman ku di cihanê de bi hezaran jinên parlamenter hene lê heya niha tu kes ji bo jinan pêşnameyek nedane parlementoyê. Kelsûm got ku divê jin li her derî xwedî maf û di nav liv û hewldanek de bin. Eger ku jin ji bo xwe têkoşîn neke dê her tim bindest bin û rastî tundiya mêr bên.
Jina bi navê Aştî Mîhemed Nûrî jî da zanî ku heya jin ji bo azadiya xwe têkoşîn nede dê her tim bindest bin lewra divê hemû jin bi rêxistin li hemberî zilmê têkoşina xwe xurt bikin. Aştiyê bilêv kir ku dema ku jin di nava civakê de bibe xwedî maf û rûmetê dê wê demê em ê azadiya xwe bidest bixin û car din destûrê nadin zilm û zordaya mêre.
(şb/ho/rc)