Li Silêmaniyê 37. salvegera damezrandina PKK bi coş hat pîroz kirin

09:18

JINHA

SILÊMANÎ - 37. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kûrdistan(PKK) li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kesî hat pîroz kirin.

Li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Komîna Malbatên Şehîdan 37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) hat pîroz kirin. Şahiya pîrozbahiyê a ku bi sedan welatî tevlîbibûn bi coşek mezin vê rojê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de şehîdên têkoşînê hatin bîr anîn. Gotara komîna malbatên şehîdan li başûrê Kurdistanê û daxwiyaniyên gelek rêxistin hatin xwandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku PKK'ê bûye sembola berxwedana ji mirovahiyê re û bi têkoşîna xwe dîrok nivîsiye û bûye pirek ji bo yeketiya netewî a gele Kurd. Di heman demê de di daxuyaniyê de hat gotin ku, êdî felsefa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi jiyanî bûye û sînor nasnake.

Di pîrozbahiya ku heya derengê şevê berdewam kir de Koma Mûzîkê ya Ş. Berçem û pir hûnermendên din berhemên xwe pêşkêş kirin.

(şb/rc)