Jinên ku li gundê Cankatranê dijin qursên xwendin û nîvisandina kurdî dixwazin
11:01
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Jinên li gundê Cantaran a girêdayî navçeya Qayapinarê ya Amedê diyar kirin ku hêviya wan ji rêveberiya xweser heye. Jinên gund anî ziman ku daxwazên wan ên sereke ew e ku dibistana kurdî bê avakirin û bi kurdî bixwînin û binîvisin.
Jinên li gundê Cantaran a girêdayî navçeya Qayapinarê ya Amedê dijîn ji şaredariyê navçeyê daxwaza qursên xwendin û nîvisandina kurdî kirin. Yek ji pirsgirekên ku li gund tê jiyandin jî pirsgirêka elektîrîkê ye. Welatiyên Cankatran diyar kirin ku di maha zivistanê de qet elektîrîk nayê gund û bi mehan bê elektîrîk dimînin. Jinên li gund dijîn yek bi yek pirsgirêkên rojana yên ku dijîn û hêviyên xwe anî ziman.
Jina bi navê Zeynep Çakir (23) dexwaz kir ku li gundê wan ji bo xwendin û nîvisandinê qursa kurdî bê vekirin û dexwazên xwe pêl bi pêl anî ziman: "Em hemû rojên xwe li malê vala derbas dikin û em dixwazin ku li gund qursên em lê mîjûl bibin bên vekirin. Dîsa pirsgirêka me ye ya herî mezin ziman e. Ji ber me perwerdehiya tu ziman ne dîtiye. Em baş nizanin çi biaxivin. Dema ku em bi hev re diaxivin jî hinek kurdî hinek jî bi tirkî diaxivin. Lewra em dexwaza qursên ziman dikin."
'Li gunde pirsgirêka avê heye'
Jina ciwan ya bi navê Sevda Çakir jî dexwaz û pirsgrên xwe yên gund wiha anî ziman: "Ez bi salan e ku ji ber bijika xwe nexweş im. Lê ji ber li gund ava pak tune em diçin derveyî gund û avê tînin. Ev jî gelek zehmetiyê dide min. Em ji şaredariya xwe ava şebekê dixwazin. Em êdî nikarin avê bikişînin ango bikirin. Ligel pirsgirêka avê niha li gundê me pirsgirêka paqijiyê jî heye. Em çopên xwe datînin ber deriyên xwe. Bila çopên me bên komkirin. Eger ku wiha berdewam bike dê em tev nexweş bikevin."
Sevda diyar kir ku pirsgirêkên gund bi dawî nabin û ev tişt li gotina xwe zê de kir: "Li gundê me rê tune. Dema demsala zîvistanê tê jî em di nav heriyê de dimînin. Em dixwazin ku bila rê yên me bên çêkirin û wesayît bi rêhatî bên gund."
'Em dixwazin ku şaredarî ji bo jinan qursan çêke'
Jina bi navê Sîdar Çakir herî dawî nêrînên xwe anî ziman û got ku daxwaza wan ew e ku şaredarî ji bo jinan qurs çêkin.
(ho/rc)