Li Surê polîs gule reşand: Nuçegihanek di navde birîndar hene
11:53
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, hêzên dewleta Tirk gule li gel û girseya daxuyanî da çapemeniyê reşand. Di encamê de nûçegihan di navde birîndar hene.
Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, daxuyanî da çapemeniyê. Di dawiyê daxuyaniyê teqînek pêk hat û hêzên dewleta Tirk piştî wê êrîşê girseyê di çalakiyê de ne kir û gule li ser girseyê reşand. Di encamê de nûçegihanek di navde birîndar hene.
Parêzer, gel û birîndar ji bo xwe ji êrîşa hêzên çekdar ên dewletê biparêzin ketin hundirê dikanan û li hundir asê mane. Polîsên ku li serê kolanan hatine bi cih kirin, gule direşînin û anonsa "Dernekevin taxan, kolanan terk bikin" û heqeretê li gelê taxê dikin. Tê gotin ku polîsan semta Balikçilar ya Surê dorpêç kiriye. Sekvanên ku li ser Otela Clasê hatine bi cih kirin gule direşînin taxê.....dê berdewamî bê./..
(rc)