Dayîkê Şemiyê di hefteya 359. de aqubeta Nezîr Duman pirsîn

12:00

JINHA

ŞIRNEX - Dayîkê Şemiyê di çakaliya xwe ya 359’min de aqubeta Nezir Dumanê ku di sala 1993’an de hatibû wenda kirin pirsîn. Dayîkan diyar kir ku failên xizmên wan nayên ceza kirin lê rojnamevanekî tenê ji bo nûçeyek tê ceza kirin

Li Cizîrê Dayikê Şemiyê ku her hafte bi armanca ku aqubeta xizmên xwe û failên wan bi pirsin çalakî li da dixin, çalakiya xwe ya 359’min pêk anîn. Gelek saziyên sivîl jî ji bo piştgiryê tevlî çalakiya Dayîkên Şemiyê ya li kolana Hûnerê bûn. Keça Maşalah Edîn Ruken a 7 salî û Eyşe ya 13 salî jî di nav de malbatên kesên ku di dema dorpêça Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan tevlî çalakiyê bûn. Dayika di hefteya 359’min de aqubeta Nezîr Duman’ê ku di sala 1993’yan de tê wenda kirin pirsîn. Çîroka Nezîr ji alî Nûnerê İHD’ê Abdulkerim Pusat ve hat xwendin.

Abdulkerim diyar kir ku Nezîr dema ji Midayadê tê Hezexê tê wenda kirin û wiha dewam kir:”Malbata Nezîr ji bo ku akubeta wî bi pirse diçe qerekola Hezexê li wir rastî hekeretê û gef xwarinê tên. Pişt re ji wan re dibêjin herin malê çi pêwist be em ê bikin ji wê rojê pê de jî tu tiştek nekirin.” Abdulkerîm destnîşan kir ku bi salene malbat daxwaza edeletê dikin û ev tişt anî ziman: “Mixabin di doza Cemal Temîzoz de dadê beraat da. Doza Silopiya ya JİTEM’ê neşopandinê bi encam bû. Edelata vî weletî henekê xwe bi me dike. Em tenê hêvî dikin ku dozgerên bi wîjdan têkevin dewrê.”

Piştî axaftinê dayîkan 5 deke çalakiya runiştinê pêk anî.

(ma/rc)