Di êrîşa Surê de Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da - DEQEYA DAWÎ
12:14
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, hêzên dewleta Tirk gule li gel û girseya daxuyanî da çapemeniyê reşand. Di encamê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, daxuyanî da çapemeniyê. Di dawiyê daxuyaniyê teqînek pêk hat û hêzên dewleta Tirk piştî wê êrîşê girseyê di çalakiyê de ne kir û gule li ser girseyê reşand. Di encama gule reşandina polîsan de Serokê Baroya Amedê pêşî bi giranî birîndar bû. Tahîr dema ku rakirin nexweşxanê di rêde jiyana xwe ji dest da.
Rayedarên Nexweşxaneya Lêkolîn a Salahattîn Eyyubî û Odeyan Tabîban agahiya mirina Tahîr Elçî piştrast kirin.
(rc)