Saet di 13:00 de wê li Amedê bi girseyî daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn
12:28
JINHA
AMED - Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ragihand, ku ew ê li ser qetilklirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, îro bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Li Amedê, piştî qetilkirina Tahîr Elçî wê çalakiyek bê lidarxistin. Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ragihand, ku ew ê li ser qetilklirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, îro bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Îro danê sibehê, dema parêzerên Baroya Amedê daxuyaniyek didan çapemeniyê, di encama gulereşandinê de Tahîr Elçî hat qetilklirin. Partiya me û saziyên civakî yên sivîl wê îro li Balikçilar Başi bi awayekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê."
Daxuyaniya çapemeniyê wê saet di 13:00 de bê dayîn.
(rc)