Konferansa rawestandina tundiya li ser jinê dest pê kir

12:50

JINHA

AMED - Konferasa ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve bi dirûşmeya "Em ê bi hevre tunduya li ser jinê rawestin" dest pê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak di axaftina vekirinê de diyar kir ku bi tevgera jinên kurd û tirk re dê jin bigihin astekî mezin, lewra divê hemû jin bi rêxistin bin û ji bo rawestandina tundiya li ser jinê bibin yek.

Li Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Polîtîkayên Jinê ji bo balê bikişînin ser tundiya jinê bi dirûşmeya "Em ê bi hevre tunduya li ser jinê rawestînin" konferansek li dar xistin. Konferans li salona Çand û Hunerê ya Cegerxwîn pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gulten Kişanak, Parlementera Amedê Feleknas Uca, Meral Danîş Bektaş, Hevşaredara Agiriyê Mukadest Kubilay, nûnerên Ucan Supurgeyê û gelek jinên ku ji Kurdistan û Tirkiyê hatin Amedê beşdarî konferansê bûn. Li cihê konferansê wêneyên gerîlayê YJA Starê Kevser Eltuk ( Ekîn Wan) û pankarta li ser "Dema ku dewlet xwe bi zilmê tazî dike, Ekînan xwe bi berxwedanê pêçan" û "Tundiya li ser jinê bîrdoziye, paristina cewherî heq e" hat dalîqandin.Di dest pêka konferansê de ji bo jinên ku hatin qetîlkirin sinevîzyona bi kurdî û tirkî hat amadekirin hat pêşandan û ji bo jinên di encama tundiyê jiyana xwe ji dest dan rêz hate giritin.

'Tundiya li ser jinê bîrdoziye'

Piştî rêz giritnê Berdevkê KJA'ê Yuksel Baran axaftina vekirinê kir û diyar kir ku tundiya li ser jinê bîrdoziya mêr e. Yuksel anî ziman ku desthilatdarî û tundî cewîne û wiha axivî:"Ji dîrokê heya niha desthîlatdarî her tim li ser bedena jinê xwe daye jiyandin. Mêr li jinê dide, desthilatdarî kar dike û jin di jiyanê de bê nefes tê xistin.

'Kujerên jinan nehatine darizandin'

Yuksel bal kişand li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser jinên Êzidî û wiha pê de çû: "Ji dîrokê heya niha jinên , Asuri, Suryan, Alevî û kurd bi hovane hatine kuştin û heya niha kujer nehatin darizandin. Lê belê Çîlem Dogan ê ku ji ber rastî tundiyê hat û parastina xwe ya cewherî kir bi salan rastî cezayê hat. Cardin têkîliya pergal û mêrê raxistin ber çavan."

'Em bi tundiya mêrê ya herî dîjwar re rû bi rû ne'

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî destnîşan kir ku di salên dawî de jin bi tundiya herî giran re rû bi rû ne. Gulten anî ziman ku bi îlan kirina rêveberiya xweser re bi dehan jin ji aliyê dewletê ve hatin qetîlkirin û wiha got: "Wek ku tê zanîn li hemberî tundiyê dewlet jî nabe alikarî. divê ku êdî jin parastina xwe bikin. Heya ku jin nebin yek û rêxistinên xwe ava nekin dê tundiya jinê berdewam bike. Em bang li hemû jinan dikin ku bila ji bo rawestantina tundiya li ser jinê bikevin nav liv û tevgerê."

Konferans bi mijarên tundiya li ser jinê berdewam dike.

(ho/rc)