Jinên Dêrîkê bi tîlîliyan bersiv dan êrîşa
12:57
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Dêrika Mêrdînê ku ev 3'ê rojin qedexeya derketina derve berdewam dike êrîş dijwar dibin.Welatiyên li taxên xwe li hemberî êrîşan bi vînek mezin li ber xwe didin. Jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin li ber xendekan bi tîlîliyan bersiv dan êrîşan.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê ku ev 3'ê rojin qedexeya derketina derve berdewam dike êrîş dijwar dibin. Êrîşên ku herî zêde li taxên Cumhuriyê û derdora wê dîjwar dibe, welatî bi vînek mezin li hemberî êrîşên tîmên taybet li ber xwe dide. Dîsa li kolana Kuludê û derdora wê dengên çekan zêde bibe.
Her wiha di seatên derengiya şevê li ser pira Axreşkê ya li taxa Zeytînpinarê dengen teqînek mezin pêk hat. Teqîna ku mîrî û birindaran tê de çê nebû gelek avahiyan derdor zerarê dîtin.
Welatiyên Dêrikê yên ku jin pêşengiyê berxwedanê dikin di seatên êvarê derketin derve û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Jinên li taxê jî bi tîlîliyan bersiv dan êrîşên tîmên taybet.
Hate ragihandin ku li taxa Qalayê zaroka ku nexweş ket destûr nayê dayîn ku wî rakin nexweşxaneyê.
Taxên ku Elektîrîk, telefon û înternet qut bûye berxwedana gel berdewam dike.
(ho/rc)