Jinan ji ber mirina Tahîr Elçî konferansa xwe betal kirin

13:13

JINHA

AMED - Konferasan Jinan ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bi dirûşmeya "Em ê bi hev re tundiya li ser jinê rawestinin" hat li dar xistin ji ber mirina Tahîr Elçî hate betalkirin.

Konferasa ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve bi dirûşmeya "Em ê bi hev re tunduya li ser jinê rawestin" di seatên serê sibê de li Navenda Çand û Hûner a Cegerxwîn bi hevlîbûn sedan jinan hate li dar xisitn. Piştî ku agahiya kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat, konferans hate betalkirin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li navçeya Sûrê li ber Mînareya Çar Ling a ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû texrîbkirin daxuyanî dan. Piştî daxuyanî Tahîr rastî êrîşa çekdarî hat. Tahîrê ku yê ji serê xwe birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî jiyana xwe ji dest da.

Jinên ku di konferansê de amadebûn berên xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyûbî. Li bendê ye ku jin li cihê Tahîr jiyana xwe jê dest da daxuyanî bidin û êrîşê şermezar bikin

(ho/rc)