Li Surê qedexeya derketinê hat îlan kirin
13:36
JINHA
AMED - Li 6 taxên Surê li cihê ku Tahîr Elçî lê hatî qetil kirin, qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.
Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, hêzên dewleta Tirk gule li girseyê reşand, di encamê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetil kirin. Piştî qetilkirina Tahîr Elçî polîsan navçê dorpêş kirin. Weliyê navçeyê jî bi daxuyaniyek raghand ku li 6 taxan qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. Taxên ku qedexe lê hatiye îlankirin (Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasırlı, Savaş, Cemal Yilmaz e. Her wiha li ser taxê helîkopter digerin.
(rc)