Gotina Tahîr a dawî: Bila li vir çek neyên bikar anîn
13:54
JINHA
AMED - Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li Surê daxuyanî da û piştî daxuyaniyê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da, gotinê wî ya dawî ev bû ku bila êdî li vir çek neyên bi kar anîn bû.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li navçeya Sûrê li ber Mînareya Çar Ling a ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû texrîbkirin daxuyanî dan. Piştî daxuyanî Tahîr rastî êrîşa çekdarî hat. Tahîrê ku yê ji serê xwe birîndar bû dema rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da. Gotina Tahîr yên herî dawî ev bû "Bila êdî li vir çek neyên bikar anîn.
Çend gotin ji axaftina Tahîr Elçî yên dawî:
"Berî çend salan hêzên dewleta Afganîstan ya ku bi hovan êrîşê Peykelê Buda ya li Talîbanê kir, me tevan dîmenên wê êrîşa bombeyî temaşe kir. Dîsa di salên dawî de çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Palmir û Musulê parêzgehan çawa talandikir me tev didît. Civaka Tirkiyê jî her tim digotin ku ev tişt ji me dur in û lanetê li wan dianî. Lê mixabin ku hêzên dewleta Tirk niha êrîşê dîrok û berhemên me yên dîrokî dikin. Ev Sura ku em parastina wê dikin 9 hezar sal e ku heye û malavaniya dîrokê kiriye. Li vê qade bi dehan zêdetir dêr û mîskeftên dîrokî hene. Dema ku mirov qala Amedê dike di serî de ev Minareeya çar ling a kevnar tên bira kesan. Lê mixabin berî du roj mînare rastî êrîşê hat."
'Min gelek karesatan dît lê îhanetek wiha ne dît'
Tarhîr di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand dîroka Mînareya çar ling û ev tişt gotîbû: "Ev mînareya çar ling ji dîrokê heya gelek karesatan dît lê heya niha îhanetek wiha nedîtiye. Mînare ji piyê xwe êrîş xwar. Yek ji berhemên kevnar Mînarekeya çarling e. Bi gorî nîvisên berî îslamê hatiyê ava kirin. Hemû dewletên ango hêza ku Amedê bi dest dixist xwedî li vê mînareyê derdîket. Lê Mixabin ku îro ev berhema kevnar rastî êrîşê tê."
'Bila çek û operasyon li vê heremê dur bikevin'
Tahîr ê ku jiyana xwe ji dest da herî dawî bang li her du aliyan kir ku bila êdî li vê heremê şer bên rawestandin û li vê heremê bila çek û operasyon neyên bikar anîn.
(ho/rc)