Li surê polîsan êrîşê gel kir

14:31

JINHA

AMED - Li navçeya Sûrê welatiyên ku ji bo qetîlkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermeza bikin, rastî êrîça polîsan hatin.

Serokê Baroya Amedê yê ku ji bo rawestandina mînareya çar ling li navçeya Surê daxuyanî dan, rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Bi sedan welatî li ser banga rêxistina DBP'ê ya ji bo êrîşa li ser Tarîh şermezar bikin li kolana Balikçilarê li hev kom bûn. Polîsên ku li cihê bûyerê amade bûn ji wesayîtên zirxî bombeyên gozê avêtin girseyê û pişt re bi çekên rast êrîş gel kirin. Welatiyan jî bi dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e" bersiv da êrîşa polîsan.

Her wiha li navçeya Surê derketina derve hat qedexekirin. Ligel hemû êrîşên polîsan û qedexeya derketin derve gel li kolanê kom dibe û êrîşê şermezar dike.

(ho/rc)