Di dîmenên Tahîh Elçî de tê dîtin ku polîsên li aliyê çep ên Tahîr de disekinin bê navber gulebaran dikin.

15:02

JINHA

AMED - Di girteka pêş otopsiyê ya Tahîr Elçî de hate gotin ku gule ji pişt guhê wî yê rastê ketiye û ji ser biriyê wî yê çepê derketiye. Di dîmenên Tahîr Elçî de tê dîtin ku polîsên li aliyê çep ên Tahîr de disekinin bê navber gulebaran dikin.

Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Surê hate qetîlkir karê otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî berdewam dike. JINHA'ê xwe gihand pêş otopsiya Tahîr Elçî. Li gorî girteka ku hatiye girtin de tê gotin ku Tahîr bi çekê hatiye kuştin û gule ji pişt guhê wî yê rastê ketiye ji ser biriyê wî yê çepê derketiye.

Di dîmenên dema ku Tahîr hatiye qetilkirin de tê dîtin ku Tahîr dema ku li ber Mînareya Çar Ling disekine ji aliyê wî yê çepê wesayîta heyî polîs derdorê gulebaran dikin û dîmenên ku Tahîr hê dijî di kamerayan de tê dîtin.

Dîsa polîs di dîmenan de ji aliyê çepê li qada ku Tahîr û rojnameger li wir in gulebaran dikin. Piştre jî Tahîr bi awayeke ketiye erdê tê dîtin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê di encama bûyerê de polîsek jiyana xwe ji dest daye û 2 polîs jî bigiranî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê lêpîrsin da ye dest pê kirin.

(ho/rc)