Hevseroka Meclisa Gel a Sibel Çapraz sewqî Wanê kirin

15:04

JINHA

COLEMERG - Hevseroka Meclisa Gel a Sibel Çapraz a ku li Colemêrgê giranbirîndar birîndarbûyî û hîna talokeya jiyana wê berdewam dike û ciwanê pê re birîndar bûyî Sefer Terzioglu sewqî Nexweşxana Herêmê ya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hatin kirin.

Şevê din polîsan bi wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî li hemberî taxên Dizê û Yeşîldere yên navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyon li dar xist û di encama êrîşa polîsan de Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê û Endama Meclîsa Giştî ya Bajar Sîbel Çapraz û ciwanê bi navê Sefer Terzîoglu bi giranî birîndar bûn. Sibel û Sefer piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê di bin dorpêça polîsan de rastî mudaxeleya yekemîn hatin sewqî Wanê hatin kirin. Hevşaredarên Colemêrg, Gever, Bajêrgeh, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî jî çûn nexweşxaneyê.

Ji 7 heya 70 salî ewlehiya jiyana kesê nîne

Birayê Sibel Rojnameger Necîp Çapraz li ber nexweşxaneyê daxuyanî da û diyar kir ku bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê li Kurdistanê weke hemû kesên sivîl xwîşaka wî jî bûye qurbana siyaseta qirêj. Necîp bertek nîşanî dorpêça polîsan a bi wesayîtên zirxî ya li taxan û kolanan da û wiha got: "Di bin vê dorpêçê de ji 7 saliyê heya 70 saliyê hemû kes hedef e. Êdî ewlehiya canê tu kesî tuneye."

Necîp a ku ji mil û zikê xwe birîndar bû û taluekeya wê ya jiyanê didome hat emeliyetakirin. Sefer jî ji ber xwîna zêde winda kir li Geverê nehat dermankirin. Sibel nêzî 4 seatan di emeliyatê de ma û pişt re bi sefer re sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê hatin kirin. Birîndar bi ambulansan ber bi Wanê ve derxistin rê.

(zt)