Baroya Amedê: Li ser parêzvanan û mafê mirovahî êrîş
16:09
JINHA
AMED - Endamên Baroya Amedê piştî ku rapora otopsiyê a Tahîr Elçî ya ku hatî qetil kirin bi dawî bû daxuyanî dan û wiha gotin: "Li ser parêzvanan û mafê mirovahî êrîş, serê me hemûyan saxbe."
Serê sibê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi armanca balê bikşînin ser taxrîbatên Mînareya çar ling a dîrokî daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de Tahîr Elçî bu hedefa guleyê polîsan û hat qetil kirin. Piştî karê otopsiyê ê li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî a Dewletê bi dawî bû. Ji rêveberên Baro du parêzer û nûnerên Odeya Tabîp a Amedê di amedekariya rapora otopsiyê de cih girtin. Piştî wê li ber morgê Endamê Rêveberiya Desteya Baroya Amedê Cîhan Îpek daxuyanî da û wiha got: "Serokê baroyê me ji bo balê bikşîne ser taxrîbatên cihên dîrokî tevlî daxuyaniyê bû û li vir hat qetil kirin. Parêzvanê mafê mirovan bû û Serokê baroya me bû. Li tevahî Tirkiyê û cîhanê dihat nasîn. Di rapora otopsiyê de diyar dibe ku tenê bi yek gule hatiye qetil kirin. Bila serê parazvanên mafê mirovan û gelê me sax be. Ev êrîş li dijî parazvanên mafê mirovan û tevahî mirovan pêk hatiye."
Cîhan got, "Em ê şopdarê van êrîşan bin" û diyar kir ku dê li cihê bûyerê lêkolîn bidin destpêkirin û di lêkolînê de dê du parêzerên baro û Dozgerê Komarê amede bin.
(rc)