Li Meydan Deriyê Çiyê polîsan êrîşî bi hezaran welatiyên kombûyîn kirin
16:20
JINHA
AMED - Li Meydana Deriyê Çiyê polîsan êrîşî bi hezaran welatiyên ji bo protestokirina qetilkirina Tahir Elçi kombûyîn kirin.
Ji bo protestokirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi bi hezaran welatiyên li Balikçilar Başi kombûyî rastî êrîşa polîsan a bi guleyên rastî hatin. Welatiyan ji wê berê xwe dan Meydana Deriyê Çiyê. Welatiyên li meydanê kombûn her diçe hijmara wan zêde dibe. Welatiyê li meydanê duruşmên weke "PKK gele, gel li vire" û "Tahir Elçi bê mirine" bilind dikin. Bi ava şid û bombeyên gazê polîsan êrîşî girseyê kirin. Welatiyan bi keviran û durşmeyan bersiva êrîşan dan./...
(zt)