Qaranfîlên Dayîkên Şemî ji bo Tahîr Elçî

16:21

JINHA

ÊLIH /AMED - Xizmên windahiyan ên ku bi salan e li aqîbeta xizmên xwe yên ku di salên 90'ê de di bin çavan de dihatin windakirin çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Malbatên li Êlihê û Amedê çalakiya xwe ya heftanê pêk anîn de dexwaz kirin ku bila pêvajoya çareseriyê bê şerd û merç cardin bê dest pêkirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya heftene di 356'mîn de li dar xistin. Çalakî li ber kolana Gulîstanê pêk hat ligel xizmên windahiyan gelek nûner û rêveberên saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" nivis hat vekirin û wêneyên kesên hatine winda kirin hatin hildan. Aktîvistê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz daxuyanî xwend û bang li dewleta Tirkiyê kir ku bila hesaba kuştinan bide.

Devran qedexiya derketina derve yên li navçeyên Kurdistanê hatiyê dest pê kirin û di qedexiyê de kesên jiyana xwe ji dest dan jî bibîr xist û ev tişt got: "Qedexiya ku li kolanan bi demîldest bê rakirin û bila welatî di nav aramiyê de jiyana xwe bederwam bikin."

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xiztmên windahiyan jî çalakiya xwe ya 355'mîn li parqa Koşuyolê pêk anî. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di nav de gelek nûner û rêveberên saziyên civakî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat daxwazkirin ku kujerên Felek Ok a ku di sala 1993'an de li navçeya Hênêya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat ketîlkirin xwestin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Aktîvîsta Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Nîgar Kocaman xwend de êrîşa li ser Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat şermezar kirin. Nîgar diyar kir ku ev êrîş ne li ser Tahîr Elçî li ser hemû gelê heremê ye.

Pîştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.

(ho/rc)